Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. 12'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe li qada Şehîd Bahoz a li herêma Gabarê ya Şirnexê barand.
Piştre jî dest bi operasyoneke berfireh a ji bo dagirkirinê kir. Ev operasyon 16'ê Îlonê bi rengekî bêencam qediya. Artêşa Tirk a dagirker di dema operasyonê de bi bombardûmanê agir bi qadê xist û şewat hîn jî dewam dike.
2. 27'ê Îlonê saet di navbera 22:30-00:00 de li ser xeta Qaşûra ya herêma Metînayê helîkopter geriyan. Li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê jî derdora gundên Dêşîşê, Serrarû û qadên Koordîne û Qela Qûmriyê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin. Heman rojê saet di navbera 11:10-14:00 de gundê Şêlazê 5 caran bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê xisar li mal, bax û baxçeyên xelkê me yê sivîl bû.
– 27'ê Îlonê saet di navbera 22:50-00:30'î de li herêma Avaşînê li qadên Girê Sor, Girê Spî, Mervanos, Tabûra Ereban û Banistanê helîkopter geriyan. Heman demê qadên Geliyê Basya û Girê Şehîd Întîkam jî bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.
– 27'ê Îlonê saet di navbera 23:00-00:00 de li herêma Zapê qada Şamkê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.
– 27'ê Îlonê saet di navbera 19:20-19:30'î de gundê Girê yê nehiya Çemanke ya navçeya Amediyê ya Duhokê bi helîkopterên şer hate bombekirin.
28’ê Îlona 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê