Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di 17’ê Gulana 2021’an de dema ku hevalên me Egîd û Sefkan li qada Dorşînê ya Pasûra Amedê li ser peywira xwe bûn, artêşa Tirk a dagirker operasyonek dabû destpêkirin.
Di vê operasyonê de şerek çêbû. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin cezakirin û hevalê me Egîd heta nefesa xwe ya dawîn bi tarzeke fedaî ya Apoyî şer kiriye û şehîd bûye. Di vî şerî de hevalê me Sefkan jî bi giranî birîndar bûye û dîl ketiye destê dijmin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Egîd wiha ye:
Nasnav: Egîd Cudî |
Egîd – Îbrahîm Akdogmuş
Hevalê me Egîd li navçeya Licê ya Amedê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber taybetmendiyên welatparêz û şoreşger ên cihê ku lê mezin bûye, hevalê me Egîd di temenekî biçûk de partiya me PKK nas kiriye. Wî ji mezinên xwe bihîstiye ku dijmin di salên 1990’î de Licê di serî de gelek bajar, navçe û gundên Kurdistanê şewitandiye û li hemberî gelê me polîtîkaya qirkirinê meşandiye. Ev tişt bûne sedem ku hêrsa heval Egîd a li hemberî dijmin zêdetir bibe. Hevalê me Egîd ji bo ku vê hêrsa xwe bike têkoşîn, biryar daye ku tevlî nav refên gerîla bibe. Tevlêbûna nav refan xeyala zaroktiyê a heval Egîd bû.
Di sala 2011’an de dema ku dijmin li hemberî gel û hêzên me êrişên zêde kiriye, ji bo ku hesabê van qetlîaman ji dijmin bipirse, tevlî nav refên gerîla bûye. Wî têkoşîna gerîla di nav têkoşîna pratîk de hîn bûye û di nava demeke kurt xwe gelekî bi pêş ve biriye. Wî tecrubeya hevalên xwe yên li qadê bi jîrbûna xwe xistiye meriyetê û di warê leşkerî de bûye xwediyê danheviyeke mezin. Di salên 2011-2012’an de dema ku li Amedê derbên giran li dijmin dihate xistin, heval Egîd tevlî gelek çalakiyan bûye û bi cesareteke mezin çûye ser dijmin, li ser leşkerên Tirk çek rakiriye. Hêrsa wî ya li hemberî dijmin, li qadên şer bûye serkeftinek û di temenekî ciwan de bûye fermandar û berpirsyariyên girîng stendiye. Bi taybemendiyên xwe yên mutewazî û fedakar a di nav jiyanê de hevalên wî gelekî jê hez kirine. Heval Egîd di 3 salan de li qada Amedê maye û tecrubeyeke xurt a leşkerî bi dest xistiye. Piştî têkoşîna wî ya pratîk ji bo ku bibe fermandarekî mezin, heval Egîd li navenda partiya me perwerdehiya îdeolojîk û leşkerî stendiye. Di van pêvajoyên perwerdehiyê de wî aliyên neyînî yên ku pergalê li ser wî çêkiriye ji ser xwe avêtiye û bûye Gerîlayekî Modernîteya Demokratîk. Piştî pêvajoyên perwerdehiyê di warê leşkerî û îdeolojîk de wî xwe xurt kiriye, ev tecrubeyên xwe bi hevalên xwe par ve kiriye û peywirên xwe yên rêhevaltiyê bi cih aniye. Di nav rêxistinê de jî wî gelek peywirên krîtîk bi cih aniye û her dem xwestiye biçe Amedê. Di sala 2017’an de dîsa vegeriyaye qada Amedê û 4 salan bi îradeyeke xurt li hemberî dijmin di têkoşîna xwe de israr kiriye û di nav şertên dijwar de jî wî gelek çalakî pêk aniye û pêşengtî ji van çalakiyan re kiriye. İsrara di têkoşînê de ya hevrê Egîd dijmin tengijandiye û ev îradeya wî ji bo hevalên wî jî bûye enerjiya jiyanê û çavkaniya moral.
2. Me di 26’ê Hezîrana 2021’an de daxuyanî dabû û diyar kiribû artêşa Tirk a dagirker di 27’ê Nîsana 2021’an de li qada Şehîd Remzî ya Amedê operasyonek daye destpêkirin û di dema van operasyonan de şer çêbûye û qad hatine bomberdûmankirin. Me nasnameya 4 hevalên xwe yên şehîd jî par ve kiribû. Hevrêyên me Têkoşîn û Jiyan ên ku me nasnameya wan nû zelal kiriye, wekî milîtanên jin ên azad li hemberî mêtingeran heta nefesa xwe ya dawîn şer kirine û şehîd bûne.
Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên ku gihiştin şehadetê wiha ne:
Nasnav: Têkoşîn Çiya |
Têkoşîn – Leyla Topçî
Nasnav: Jiyan Gabar |
Jiyan – Meryema Suzucu
Hevrêya me Têkoşîn li navçeya Farqînê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê xwedî çand û hişmendiya dîrokî ya Kurd bû, bi nirxên Kurdîtiyê mezin bû. Hevrêya me Têkoşîn ku bi demê re bi pêşengiya jinê ya li nava civaka Kurd hesiya, mîsyonek bi vî rengî danî ber xwe û ji ciwantiya xwe û pê ve tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Di nava refên têkoşînê de li qadên cuda kar kir û bû xwedî tecrûbe. Lê belê piştî ku dewleta Tirk a qirker li qadên Berxwedana Xwerêveberiyê komkujî li xelkê me yê sivîl kir û di van komkujiyan de hin ji ferdên malbatê yên ji bo wê hêja bûn şehîd ketin, hêrsa wê ya li dijî dijmin mezintir bû û baweriya xwe bi wê anî ku têkoşîna herî xurt a li dijî dijmin bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe. Bi vê têgihiştinê sala 2016'an tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Têkoşîn piştî ku tevlî nava refên gerîla bû weke ku jinûve ji dayik bûye di asta dilsoziyê de bi nirxên hevrêtiyê, azadiyê û jiyana partiyê ve hate girêdan. Ji bo vê jiyana nû hîn bi watedar bijî, rola ku sîstema bi serweriya mêr li jinan ferz dike baş fêhm kir û bandora vê sîstemê yek bi yek ji ser xwe avêt. Bi vî rengî bi xwe hesiya ku bêhtir azad dibe û di vê meşa azadiyê de bi biryardarî meşiya. Hevrêya me Têkoşîn demeke dirêj li herêma Amedê ma û derfet dît ku hevrêtiyê bi gelek hevalên hêja re bike. Bi bandora şehadeta van hevalan kete nava lêgerîna tolhildaneke xurt a ji dijmin. Hevrêya me encamên ji vê lêgerîn û kûrbûnê wergirtî di pratîkê de bi çalakiyan nîşan da û pêşengî ji çalakiyan re kir ku derbên giran li dijmin xist.
Hevrêya me Jiyan li Sêrtê ji dayik bû, ku têkoşîna me ya gerîla li wir dest pê kir, li tevahiya Kurdistanê belav bû û keç û xortên xwe yên herî hêja da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Ji ber karakterê welatparêziya cihê ku lê ji dayik bû û mezin bû, hevrêya me Jiyan Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û ji bo bibe beşek û pêşengek ji meşa serketinê ya gelê me biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêya me Jiyan xwedî wê avantajê bû ku li Bakurê Kurdistanê dest bi têkoşîna gerîla bike, lewma di demeke kurt de ji hevrêyên li qadê têkildarî gerîlatiyê agahî û tecrûbeyên girîng stand û şareza bû. Bi qasî qada leşkerî li qada îdeolojîk jî hewl da xwe bi pêş bixîne. Bi taybetî hewl da ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo fêhm bike û li gorî vê îdeolojiyê bijî. Ji ber vê yekê jî feraseta ku civakê têkildarî jinê afirandiye ji holê rake û pîvanên jin a azad di kesayetiya xwe de ava bike. Di têkiliyên hevrêtiyê de heta dawiyê sade û bêhesab bû. Bi van taybetmendiyên xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê.
Hevrêyên me Egîd, Têkoşîn û Jiyan li gel êrişên hovane yên dijmin jî ji bo parastina rûmeta gelê me û paşeroja azad li Bakurê Kurdistanê bi îradeyek awarte têkoşiyan û derbên giran ên dîrokî li faşîzmê xistin. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe ya Rêberê Azad û Kurdistana Azad ku dane şehîdên xwe yên qehreman dubare dikin.
30’ê Îlona 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê