HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

Ji êvara 28'ê Îlonê heta sibeha 29'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û çekên giran bombardûman li qada berxwedanê ya Werxelê kir. Artêşa Tirk ku bi bikaranîna çekên kîmyewî sûc li dijî mirovahiyê dike, li hemberî berxwedana dîrokî ya bi îradeya Apoyî nekarî bi pêş ve biçe.

2. 28'ê Îlonê saet di 11:00 de li qada Goşînê ya Xakurkê bi balafirên şer Girê Rostê hate bombekirin.

28'ê Îlonê saet di 11:50'î de li herêma Garê qada Kafya bi balafirên şer hate bombekirin.

 – 28'ê Îlonê saet di navbera 11:00-00:00 de li herêma Zapê qadên Sîda, Tîpa T, Girê Şehîd Sîmko bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Şewata ku ji ber bombardûmanê li qadê rû da, dewam dike.

28'ê Îlonê ji saet 23:50'î heta sibeha 29'ê Îlonê li herêma Avaşînê li qadên Girê Sor, Girê Silêman, Girê Spî, Mervanos, Tabûra Ereban û Banistanê helîkopter geriyan. Heman demê qada Girê Şehîd Întîkam bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

29’ê Îlona 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê