Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hevrêyên me Gelhat Koçer û Dogan Amûdê li herêma Metînayê di demên cuda de di êrişên dijmin de şehîd bûn.
Hevrêyên me Gelhat û Dogan ku bi bandora ruhê azadiyê yê tevgera Apoyî ya li Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bûn, bi berxwedana xwe ya li dijî êrişên qirkirinê yên li ser gelê me, bûn mînaka herî şênber a yekîtiya neteweyî ya gelê me. Hevrêyên me ji xwe re kirin wezîfeya şoreşgerî ku êriş ji ku derê li hemberî gelê me bê kirin li wê derê bin û şer bikin, bi van taybetmendiyên xwe ji ciwanên Kurdistanê hemûyan re bûn mînak. Hevrêyên me Gelhat û Dogan ku di her kêliya jiyana têkoşînê de mohra xwe danîn binê serketinên mezin, bi tevlîbûna xwe ya çalak a li her karî û sekna xwe ya milîtanî, li eniyên berxwedanê yên li dijî êrişên dijmin bi kesayetiya xwe ya fedaî şopên girîng li dîroka me ya têkoşînê hiştin. Hevrêyên me Gelhat û Dogan baweriya xwe bi wê yekê anîn ku serketina di şer de, azadiya gelê me tenê bi têkoşîneke fedaî dibe, bi kedê dibe û di vê oxirê de bi têkoşîna derwîşane bûn milîtanên Apoyî yên mînak. Hevrêyên me dilnizmî ku yek ji taybetmendiyên bingehîn ên milîtaniya Apoyî ye weke şêweyê jiyanê qebûl kirin, ji dil jiyan û bi manewiyata xwe ya bilind, bi kûrbûna xwe ya li cîhana wateyê ji têkoşîna me û hevrêyên xwe re bûn hêz û moral.
Weke hevrêyên wan di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Gelhat û Dogan em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku van milîtanên Apoyî yên hêja li Kurdistana azad bi bîr bînin.Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wisa ye:
|
Nasnav: Gelhat Koçer Nav û Paşnav: Abdullah Arslan Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik – Bav: Xezal – Ahmet Cih û Dîroka Şehadetê: 9'ê Hezîrana 2024 / Metîna |
Gelhat Koçer – Abdullah Arslan
|
Nasnav: Dogan Amûdê Nav û Paşnav: Ahmed Omer Şerîf Cihê Jidayikbûnê: Dêrezor Cih û Dîroka Şehadetê: 17'ê Hezîrana 2024 / Metîna |
Dogan Amûdê – Ahmed Omer Şerîf
Gelhat Koçer – Abdullah Arslan- Hevrêyê me Gelhat li nava malbateke koçer a ji eşîra Didêrî ya Hezexê ji dayik bû. Ji ber vê yekê jî bi taybetmendiyên saf û xwezayî yên çanda Kurdîtiyê mezin bû. Ji ber rêbaza jiyanê ya malbata xwe derfet dît ku gelek herêmên Botanê bibîne, ji ber vê jî agahiyên wî yên li ser cografyayê hîn zarokatiyê hebû. Hevrêyê me demekê li dibistanên dewleta Tirk xwend, piştî ku demeke kurt fêhm kir ku ev dibistan ne ya wî ye. Hevrêyê me têgihişt ku her tiştên li dibistanê têne hînkirin bi armanca asîmîlasyonê ye, lewma ji dibistanê qut bû. Dema ku koçerî dikir gelek agahî li ser jiyanê hîn bû, ev agahî jî kir bingeha tevahiya jiyana xwe. Ji ber ku li Botanê bû ku têkoşîna me ya azadiyê lê bi xurtî tê meşandin, her wiha ji ber welatparêziya eşîra Didêrî hevrêyê me Gelhat têkoşîna me ya azadiyê ji nêz ve nas kir, bi taybetî bû heyranê gerîla ku bi fedakarî têkoşe. Ji ber vê jî hevrêyê me gelekî dixwest gerîla bibîne, dema ku şivantî dikir ji bo dîtina gerîla gelekî hewl da. Hevrêyê me Gelhat dît ku her roj dijmin êrişî gelê me dike, lewma hêrsa xwe ya li hemberî dijmin mezin bû. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku metirsiya qirkirinê ya li ser gelê me qeder nîne, weke ciwanekî Kurd zanîbû ku divê bersivê bide daxwaza azadiyê ya gelê me. Hevrêyê me zanîbû ku ev yek jî bi tevlîbûna li nava têkoşîna destanî ya gerîla dibe, li ser vê bingehê kete nava lêgerînan. Hevrêyê me demekê ev lêgerînên xwe dewam kir, ji ber ku derfet nedît nekarî demekê vê daxwaza xwe bi cih bîne. Lê belê hêrsa xwe ya li hemberî dijmin her roj hîn mezin kir, kete nava kûrbûnên xurt. Bi bandora Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku deriyên jiyana azad û nû li gelê me û gelên cîhanê vekir, kete bi bandora hevrêyên me yên ku di vê pêvajoya şoreşê de şehîd bûn. Lewma fikirî ku divê tavilê tevlî nava refên şoreşê bibe û hewldanên xwe zêde kir. Bi taybetî sala 2015'an ku êrişên li ser gelê me û tevgera me gihîştin asta herî bilind, israr kir ku biryara xwe ya tevlîbûnê bixe meriyetê, berê xwe da çiyayên Botanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Gelhat perwerdeya xwe ya destpêkê ya li nava gerîla li Bakurê Kurdistanê dît, bi rêya vê perwerdeyê di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Gelhat ku berê tecrûbeya xwe ya çiyê hebû, ev tecrûbeyên xwe di perwerdeyê de bi hevrêyên xwe re parve kir û ji bo bibin gerîlayên şareza ked da. Piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li vê derê têkoşîna xwe dewam kir. Hevrêyê me piştre şens dît ku tevlî perwerdeyeke hîn berfireh bibe û ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bibe. Li ser bingeha analîz û parêznameyên Rêber Apo kete nava kûrbûneke xurt. Hevrêyê me zanîbû ku divê vê kûrbûnê di kesayetiya xwe de temsîl bike, lewma gelekî hewl da. Hevrêyê me bi têgihiştina ku yekbûna fikir û çalakiyê ya milîtanên Apoyî di kesayetiya xwe de şênber bike, ji bo vê timî têkoşiya. Hevrêyê me Gelhat ku kesayetiyeke wî ya durust û xwezayî hebû, çanda koçeriyê bi îdeolojiya Apoyî re kir yek û bû milîtanekî mînak. Ji ber vê jî di nava hevrêyên xwe de bû cihê hurmetê, bi sekna xwe bû cihê baweriyê. Lewma tevlî wezîfeyên girîng û krîtîk bû, bi saya kesayetiya xwe ya berpirsyar û bi dîsîplîn serketinên mezin bi dest xist. Hevrêyê me bi vî rengî hêjayî baweriya hevrêyên xwe bû û her roj hîn bêhtir hewl da kar bi pêş ve bibe. Li hemberî êrişên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser gelê me, hevrêyê me daxwaza xwe ya ji bo têkoşînê mezin kir û xwest li Bakurê Kurdistanê têbikoşe. Hevrêyê me gihîşt wê encamê ku tenê bi vî rengî dikare bersivê bide pêvajoyê, ji bo vê jî zanîbû ku divê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve hîn bêhtir şareza bibe. Bi taybetî bi pêwîstiya pejirandina pîvanên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk zanîbû û li ser vê bingehê xwe kûr kir. Di demekê de ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê giran bû, weke milîtanekî Apoyî zanîbû ku divê li gel hevrêyên xwe di çeperên berxwedanê de be û ji bo vê jî qet teredût nekir.
Li her qada xwe ya berxwedanê bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar hewl da wezîfeyên demê bêkêmasî bi cih bîne û bi kesayetiya xwe ya milîtan, durust, hevrêtiya ji dil û wêrekiya xwe ya di şer de ji hevrêyên xwe re bû hêz û moral. Di 9'ê Hezîrana 2024'an de dema ku karê xwe dikir di encama êrişeke dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Gelhat heta kêliya dawî ji bo nirxên jê bawer dikir şer kir û cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girt. Weke hevrêyên wî em soz didin ku heta misogerkirina Kurdistana azad ku hesret û fermana wî bû, em ê bêrawestan têkoşîna xwe mezin bikin.
Dogan Amûdê – Ahmed Omer Şerîf - Hevrêyê me Dogan ji malbateke welatparêz a ji eşîra Omerî li Dêrazorê ji dayik bû. Li gel ku li Kurdistanê ji dayik nebû û mezin nebû jî malbata wî ti carî ji çanda Kurdîtiyê tawîz neda, lewma hevrêyê me Dogan jî bi dilsozê cewhera xwe mezin bû. Heta lîseyê li dibistanên rejîmê xwend, li gel polîtîkaya asîmîlasyonê jî cewhera xwe parast. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû haya hevrêyê me ji têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê hebû. Bi taybetî têkoşîna gerîla ya li dijî hêzên dagirker ji bo wî bû moraleke mezin. Heta dema ciwantiyê de jiyana xwe bi xwendin û karkirina li karên cuda derbas kir. Di sala 2011'an de tevlî serhildanên li Sûriyeyê bû û xwe da aliyê azadiyê. Piştî ku gelê me li Rojava gav bi gav ber bi azadiyê ve meşiya, hevrêyê me tevlî nava yekîneyên destpêkê yên berxwedanê bû, weke ciwanekî Kurd ji xwe re kir wezîfeya sereke ku destketiyên gelê me biparêze. Piştî ku Rojava di asteke mezin de azad bû û çeteyan bi piştgiriya dewleta Tirk êrişî gelê me kir, hevrêyê me Dogan jî tevlî çeperên berxwedanê bû, li gelek herêman li dijî çeteyan şer kir. Di sala 2013'an de di şerekî dijî çeteyan de ji serê xwe birîndar bû lê belê li gel vê yekê jî dest ji têkoşînê berneda û têkoşîna xwe hîn bi xurtî dewam kir. Hevrêyê me di vê pêvajoyê fe felsefeya Rêber Apo nas kir, di encama kûrbûnên xwe de guhertinên girîng di kesayetiya xwe de pêk anî. Ji sala 2014'an û pê ve piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrişên bi rêk û pêk birin ser gelê me, hevrêyê me hîn bêhtir tevlî nava pêvajoya şer bû, di vê pêvajoya şer de bi wêrekiya xwe ji hevrêyên xwe hemûyan re bû hêz û moral. Hevrêyê me Dogan beşdarî gelek pêngavên şoreşgerî yên li qada Rojava bû, di van pêvajoyên pêngavê de ji milîtanên Apoyî bi bandor bû. Ji bo her şehadetê bike hinceta mezinkirina têkoşînê, hevrêyê me kete nava kûrbûnên girîng.
Di encama van kûrbûnên xwe de jî biryar da ku têkoşînê hîn mezin bike, weke şoreşgerekî profesyonel têkoşîna xwe dewam bike. Li ser vê bingehê tevlî perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî bû, ji paradîgmaya jiyana nû û felsefeya azadiya Rêber Apo gelekî bi bandor bû. Li ser vê bingehê di kesayetiya xwe de guhertinên girîng pêk anî û bi rengekî hîn çalak û encamgir beşdarî têkoşînê bû. Hevrêyê me Dogan ku milîtanekî profesyonel ê Apoyî bû di her kêliyê de hewl da têkoşînê mezin bike. Li ser vê bingehê bala xwe çû ser çiyayên Kurdistanê û xwest, têkoşîna xwe weke gerîlayekî azadiyê bimeşîne ku armanca wî ya zarokatiyê bû. Li ser vê yekê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, beşdarî nava refên gerîla bû û ev armanca xwe pêk anî.
Hevrêyê me Dogan ku piştî tevlî nava refên gerîla bû ji bo hînî jiyana çiyê bibe beşdarî nava perwedeyê bû û derfet dît ku perwerdeya xwe yekser bixe meriyetê. Ji ber vê jî zû hînî şert û mercên çiyê bû, bi saya tevlîbûna xwe ya bi daxwaz bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me tecrûbeyên xwe yên leşkerî yên berê hebû bi hunera şer a gerîla re hîn dewlemend kir û xwest, tavilê derbasî qadeke pratîkê bibe. Di vê mijarê de jî israr kir û bi asta xwe ya tecrûbeyên leşkerî û danheviya îdeolojîk bawerî da hevrêyên xwe. Hevrêyê me li ser vê bingehê derbasî herêma Metînayê bû, gelek caran tevlî şer bû. Hevrêyê me Dogan ku gelekî biaqil bû, tiştên ku hîn dibû yekser dixist pratîkê û bû milîtanekî hevgirtî. Ji ber vê jî mîna di gelek mijaran de di mijara teknîkê de jî xwe bi pêş ve bir, bi saya vê hunera xwe gelek kar bi ser xist. Hevrêyê me ku di heman demê de xwedî kesayetiyekî dilnizm bû, li her qada lê ma bû milîtanekî Apoyî yê ku bal dikişand. Berê xwe timî li wan qadan bû ku derbê li dewleta Tirk a dagirker bike, lewma timî kete nava lêgerînan. Bi taybetî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Metînayê, her tim xwest çalakiyan bike. Bi taybetî sala 2021'ê di Berxwedana Zendûra ya dîrokî de dilê xwe timî bi Şehîd Hêjar û hevrêyên pê re bû Ji bo barê wan sivik bike her tim hewl da û xwest wezîfeya xwe ya hevrêtiyê bi cih bîne. Hevrêyê me li hemberî êrişên dijmin timî li qadên berxwedanê bû, li dijî hewldanê dagirkeriyê tevlî gelek çalakiyan bû. Hevrêyê me Dogan ku milîtanekî dilsozê nirxên azadiyê yên Apoyî û durust bû, ev taybetmendiyên xwe derbasî nava karên pratîkî kir. Hevrêyê me ji xwe re kir armanc ku di felsefeya Apoyî de bibe şervanekî heqîqetê yê şareza, ji bo vê jî timî xwe kûr dikir. Lewma li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet û hezkirinê, di her kêliya jiyanê de ji bo hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd, Rêber Apo bibe bi fedakarî têkoşiya. Hevrêyê me Dogan ji bo kêliyekê jî xwe li êrişên dijmin ên li ser welatê me Kurdistanê ranegirt, li hemberî êrişên 16'ê Nîsana 2024'an ên li ser Metînayê li refên herî pêş bersiv da. Bi wêrekî û xwînsariya xwe hêz û moral da hevrêyên xwe. Hevrêyê me Dogan 17'ê Hezîrana 2024'an di êrişa dijmin de şehîd bû û tevlî nava karwanê nemiran bû. Weke hevrêyên wî em ê wezîfeyên şoreşê yên ku hevrêyê me Dogan radestî me kir, bi cih bînin û di şexsê wî de hêjayî şehîdan hemûyan bibin.
8’ê Tebaxa 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG