Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Geverê;
- 29'ê Tîrmehê li taxa Cûmhûriyetê ya li navenda navçeya Geverê, li wesayiteke polîsan hate xistin. Di encama çalakiyê de 2 polîs birîndar bûn, derb li wesayitê hate xistin.
- 1'ê Tebaxê li taxa Ormanê ya li navenda navçeya Geverê li wesayiteke polîsan hate xistin. Di vê çalakiyê de 3 polîs hatin cezakirin, 2 polîs jî birîndar bûn.
- 2'ê Tebaxê li qaxa Gundê Sêgûzayê xefikeke kişandina wêneyan a dagirkeran hate îmhakirin.
2. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
- 7'ê Tebaxê saet di 09:00 de li hemberî dagirkerên ku dixwestin ber bi Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve biçin bi çekên giran çalakî hate kirin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 7'ê Tebaxê saet di 13:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hemberî dagirkerên di nava liv û tevgerê de bûn bi çekên giran destwerdan hate kirin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
- 8'ê Tebaxê saet di 05:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke dagirkeran bi sûîqestê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 7'ê Tebaxê saet di 06:30 û 21:17'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
- 7'ê Tebaxê saet di 13:30 û 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
- 8'ê Tebaxê saet di 01:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê kemîn li pêşiya yekîneyeke dagirker hat danîn û hêzên me dest li helîkopterekê werdan ku dixwest hêzên xwe li qadê dîne.
3. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
- 7'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 7'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
- 7'ê Tebaxê li herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf û Lolanê 2 caran, li herêma Garê qadên Girê, Şiyê 2 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî û Serê Metînayê 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Baharê 11 caran; bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 7'ê Tebaxê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.
8ê Tebaxa 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê