Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di êrîşên dijmin ên li ser herêmên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê de, milîtanên me yên Apoyî yên hêja hevrêyên me Kurtay û Simko di meha Hezîrana 2024’an de şehîd bûn.
Şervanê leheng ê Serhedê hevrêyê me Kurtay bi bawerî û dilsoziyeke mezin tevlî nava refên gerîla bû, di nava şert û mercên herî dijwar de têkoşiya û hilgirtina barê hevrêyên xwe ji xwe re kir rêgez. Bi zêdekirina baweriya xwe ya bi serketinê û tevlîbûna xwe ya di nava xebatên şoreşgerî de roj bi roj bû milîtanekî Apoyî û ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Kurtay bêyî navber 10 salan li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker şer kir û têkoşiya. Bi hêza ku ji Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd girtiye, bi mezinkirina dilê xwe erkên xwe bi tevahî pêk aniye. Weke şopdarên hevrêyê me Kurtay em soz didin ku em ê têkoşîna wî berfireh bikin û bîranîna wî li Kurdistana Azad zindî bihêlin.
Hevrêyê me Simko ku ji dil û can bawer dikir ku Rêber Apo û partiya me PKK’ê dikarin azadiya gelê me misoger bikin, ji roja tevlî nav refên gerîla bû, bêyî têkeve dudiliyê ked, sebir û vînek mezin nîşan da. Hevrêyê me yê ku di her qadê de bi disîplîn û tedbîreke mezin xebatên xwe meşand, di serdemên ku êrîşên dijmin zêde bûn de jî bêyî ku kêliyekê bifikire, dixwest li qadên ku şer lê dijwar dibû be. Bi xwestek û kelekcanek mezin li benda wê kêliya ku ji bo azadiya gelê me têbikoşe. Hevrêyê me tecrubeyên 40 salan ê tevgera me girtibû, bi baweriyeke mezin berê xwe da qadên ku şer lê dijwar bû. Hevrêyê me Simko bi wêrekî û jêhatiya xwe ya bîrdozî ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê, bû yek ji mînakên diyar ên dilsoziya bi felsefeya Apoyî. Weke kesayetek netewî armanc kir ku bêyî cudahiyê têxe navber herêman têkoşîna xwe li her derê berfireh bike û bigihîne tevahiya Kurdistanê. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê yekane xeyala hevrêyê xwe Simko ya bi Rêber Apo re li Kurdistana azad pêk bînin.
Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Kurtay û Simko yên ku bi ked û xebatên xwe yên bêhempa di nava refên têkoşîna azadiyê de nirxên girîng afirandine û gelê me dixwazin. Soza xwe dubare dikin ku bîranîna şehîdên me li Kurdistana Azad bidin jiyîn.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Kurtay Şahîn Nav û paşnav: Davût Şahîn Cihê jidayikbûnê: Wan Navê dayik û bav: Yildiz – Cengîz Dem û cihê şehadetê: Hezîran 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
|
Kurtay Şahîn – Davût Şahîn
|
Nasnav: Simko Tolhildan Nav û paşnav: Mîlad Mûradi Cihê jidayikbûnê: Qurwe Navê dayik û bav: Besê – Muhammed Dem û cihê şehadetê: Hezîran 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
|
Simko Tolhildan – Mîlad Mûradi
Kurtay Şahîn – Davût Şahîn - Têkoşîna Azadiyê ya ku di pêşengiya partiya me PKK’ê de pêş ket, li hemû qadên Bakurê Kurdistanê bi bandor bû û hişt ku xweliya li ser gelê me were rakirin. Gelê me yê bi bawerî û vîna milîtanên Apoyî yên ku bi fedekarî li ber xwe dan û bi vîneke xurt li hemberî êrîşên dijmin serî natewînin. Ji Botanê heta Amedê, ji Serhedê heta Dersimê li Bakurê Kurdistanê veguherî qada serhildanê û vejîn pêk anî. Gelê me yê Wanî jî di vê pêvajoya berxwedan û vejînê ya geşbûyî de cih girt û ji bo pêkanîna hêviya azadiyê ber bi refên têkoşînê ve herikî. Hem bi hezaran zarokên xwe yên herî bi qîmet tevlî nav refên azadiyê kir û hem jî bi kesayeta xwe daket kolanan hişt ku têkoşîna me mezin bibe. Hevrêyê me Kurtay, kurê gelê wisa berxwedêr ê xwedî li nirxên azadiyê ye, li gundê Qerasê yê navçeya Qelqelî ya Wanê di malbateke welatparêz a ji eşîra Şemsikî ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û di nava têkoşîna azadiyê de berdel daye, di temenê xwe yê biçûk de têkoşîna me nas kir û girûdayî cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me yê ku demeke kin li dibistanên dewleta Tirk dixwend, polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijmin zêde bandor lê nekir. Hevrêyê me ku bi piranî li gund bi malbata xwe re dijiya, ji biçûkatiya xwe de dest bi xebatê kir. Ji ber vê sedemê hevrêyê me yê ku ji zû de diyardeya kedê nas kir, bi kedê şekil da kesayeta xwe. Hevrêyê me yê ku weke her ciwanên Kurd ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê ciwan de dest bi naskirina rastiya dijmin kir, li hember zilma dijmin a li ser gelê me û komkujiyên ku pêk anî, hêrseke mezin pê re çêbû. Ji ber vê yekê ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya ku li dijî dewleta Tirk a dagirker bi fedekarî têdikoşe, sempatiyek mezin pê re çêkir. Hevrêyê me ku ji ciwantiya xwe ve sempatiya wî veguherî lêgerîna têkoşînê, hewl da ku partiya me PKK û rastiya Rêber Apo ji nêz ve nas bike. Bi taybetî dema ku hîn bû şehîd Berîtan-Gulnaz Karataş di sala 1992’an de li dijî dagirkerî û hevkariyê bi fedaî gihiştiye şehadetê, bandoreke mezin li ser wî kir. Milîtanên Apoyî yên ji bo nirxên ku jê wan bawer dikin ber bi şehadetê ve dimeşin, gotin û çalakiyên wan li hev dikin, hişt ku hevrêyê me Kurtay tpkeve nava lêgerînê. Hevrêyê me yê ku dizanibû ku weke ciwanekî Kurd ji azadiya gelê me berpirsyar e û rpya wê jî tevlîbûna nava refên gerîlayan e. Ji ber vê sedemê hevrêyê me Kurtay di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Kurtay ê ku ji herêma Cîlo tevlî gerîla bû, piştî demeke kurt li wir ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me li vir perwerdeya şervanên nû dît, bi lez xwe li jiyana çiya û gerîlatiyê girt. Hevrêyê me yê ku bi perwerdehiya leşkerî, bîrdozî û jiyanî ya ku dîtiye bi moral û tevlîbûna xwe ya bi coş ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Kurtay ê ku bi dilxwazî û ji hînbûnê re vekirî bû, bi kesayeta xwe ya kedkar beşdarî hemû xebatan bû û ev jî hurmeta hevrêyên xwe girt û bawerî jî da wan. Ji ber vê yekê dema ku pêşniyara çûyîna herêma Cîlo ya li wir tevlî nava refên gerîla bûbû, kir. Hevalên wî bê teredut ev pêşniyara hevrêyê me Kurtay qebûl kirin.
Sedema ku hevrêyê me Kurtay xwest vegere Cîloya ku bi erdnîgariya xwe ya dijwar tê naskirin, têkiliyên kûr ên hevaltiyê yên gerîla bû ku cara yekem li vir dît. Hevrêyê me bi van hevalan re careke din heyecana têkoşînê bijî, bi kêfxweşiyeke mezin gihîşt Cîloyê. Hevrêyê me Kurtay heta sala 2018’an li herêma Cîlo şer kir, bi taybet piştî sala 2015’an li vir bi awayekî çalak tevlê bû. Di sala 2016’an de dema ku êrîşên dijmin zêde bûn û têkoşîneke fedaî dihat meşandin,tevlê gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Di şerê dijwar de hemû taktîkên şer ê gerîlayan hîn bû û derbên giran li dijmin xistin. Şehadeta hevrêyên ku bi hev re li dijî dijmin şer dikirin bandor li hevrêyê me Kurtay kir jî, vû yekê veguheran mezinkirina têkoşînê. Hevrêyê me zanîbû dilsoziya bi hevrêyên xwe yên şehîd re bi berfirehkirina têkoşînê pêkan e, li ser vê bingehê bi awayekî çalak tevlî bû. Hevrêyê me Kurtay ê ku bi fedekarî, kedkarî, tevlîbûna xwe ya rast û leheng li herêma Cîloyê bi qasî 6 salan lê mabû, ji bo xwe di taktîkên gerîlayên serdema nû de kûrtir bike vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Hevrêyê me Kurtay li vir li ser taktîkên nû yên gerîla xwe perwerde kir, di demeke kin de hem ji aliyê teknîkî û hem jî ji aliyê taktîkî ve pêşketineke girîng bi dest xist. Hevrêyê me yê ku weke Gerîlayekî Modernîteya Demokratîk bi taktîkên dewlemendtir û cihêreng li hemberî dijmin gihîştiye kapasîteya çalakiyê, piştî ku perwerdeya xwe bi serketî bi dawî kir, xwest di demeke nêz de biçe qadên ku bikaribe pratîkê bike.
Li ser vê bingehê hevrêyê me Kurtay derbasî qadên ku êrîşên dijmin lê zêde bûn, bi taktîkên nû yên gerîlatiyê ku hîn bû, hêrsa ku di dilê xwe de kom kiribû veguherand çalakiyê. Hevrêyê me di şert û mercên herî dijwar de jî bi saya kesayeta xwe ya kedkar û zîrekiya xwe ya pratîkî derbên giran li dijmin xist. Êrîşên dijmin ên li ser hemû qadên ku destkeftiyên gelê me lê hatin bi destxistin û komkujiya li ser gelê me pêk hat, hêrsa hevrêyê me Kurtay a li hemberî dijmin hîn zêdetir kir. Hevalê me zanî bû ku têkoşîna li dijî dewleta Tirk a qirker tenê bi hêza leşkerî nayê meşandin, ji bo vê xwe di felsefeya azadiyê ya Apoyî de kûr bike, hewldaneke taybet da. Dizanibû ku bêyî ruhê Apoyî yê berxwedanê û pîvanên fedaîtiyê di nava xwe de neafirîne nikare bigihêje serkeftinê, perwerdeya xwe ya îdeolojîk qet qut nekir.
Hevrêyê me Kurtay ê ku gihîşt hêza bîrdozî û exlaqî, di salên 2021 û 2022’an de êrîşên dijmin herî zêde bû de di serî de tunelên şer li gelek deveran sekneke bi vîn nîşan da û bû yek ji hevrêyên me yên ku têkoşîn mezin kirin. Hevrêyê me yê ku di tunelên şer de tevî gelek hevalên me yên hêja bi fedaî şer kir, îspat kir ku dijmin tevî hemû teknîk û îmkanên xwe jî nikare vîna Apoyî bişkîne. Hevrêyê me Kurtay piştre hem di tunelên şer de hem jî bi tîmên gerîlla yên gerîla li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê şer kir. Ji bo her qada ku lê bû veguhere kelha berxwedanê, şer kir û bi kedeke mezin xebitî.
Hevrêyê me Kurtay bi kesayeta xwe ya rast, xwezayî, sade û mutewazî şopa xwe li ser hemû hevrêyên xwe hişt û bi meşa xwe ya azadiyê ya 12 salan bi şehadetê tacîdar kir. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê bi tecrûbeya têkoşînê ya dewlemend a ku hevrêyê me Kurtay ji me re hiştiye bi rê ve bibin û em diyar dikin ku em ê bîranîna wî li Kurdistana azad zindî bihêlin.
Simko Tolhildan – Mîlad Mûradi - Tevî hemû zext, êşkence, komkujî û êrîşên bi dehan salan ên li ser gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, qada ku herî zêde ziman û çanda Kurdî lê tê parastin, hêviya azadiyê her tim zindî hiştiye. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ti carî xwe ji qadên din ên Kurdistanê cuda nedidît û têkoşîna azadiyê ya li wir pêşketibû weke têkoşîna xwe dît, Ji ber vê yekê zarokên xwe yên herî hêja tevlî nav refên gerîla kir û pewistiyên welatparêziyê bi cih anî. Hevrêyê me Simko li bajarê Qurwe yê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke welatparêz a xwedî nirxên Kurdistanî de ji dayik bû. Hevrêyê me Simko bi saya girêdana kûr a malbata wî ya bi çanda Kurdî re hişt ku bi cewhera xwe re girêdayî mezin bû. Tevî ku 12 salan di dibistanên rejîmê de xwendiye jî, lê Kurdewariyaxwe parast. Hevrê Simko endamê malbateke cotkar bû, li aliyekî li kêleka malbatê û di karên cuda de xebitî û li aliyê din jî dixwend. Ji ber vê yekê jî di temenê xwe yê biçûk de xusleteke kedakarî qezenc kir û di ciwaniya xwe de berpirsyarî girt ser xwe.
Hevrêyê me Simko jî weke her ciwanekî Kurd di zanebûna êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me de bû. Hevrêyê me yê ku ti carî dagirkeriya li welatê me Kurdistanê tê meşandin qebûl nekir û ji vê rewşê hêrs bû, ji ciwaniya xwe ve li têkoşînê geriya. Her çendî gelek partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê doza tekoşîna li ser navê Kurdayetiyê dikirin jî, hevrêyê me Simko ji kêmasiya van rêxistin û partiyan a ji bo azadiya gelê me dizanîbû. Hevrêyê me yê ku dihizirî ku beriya her tiştî yên ku li ser navê Kurdayetiyê şer dikin divê bi her cure fedakariyê bikin û bi îradeya xwe tevbigerin. Dizanibû ku partî û rêxistinên navborî ji vê rastiyê dûr in. Ji bo vê jî hevrêyê me dest bi lêgerînê kir. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku di sala 2008’an de li qada Zapê li dijî dewleta Tirk a dagirker serkeftinek dîrokî bi dest xistin nas kir. Hevrê Simko piştî serkeftina gerîla ya li dijî dewleta Tirk lêgerînên xwe zêde kir, di sala 2010’an de firsend dît ku têkoşîna azadiyê ya ku di pêşengiya partiya me PKK’ê de tê meşandin ji nêz ve nas bike. Bi taybetî di bin bandora paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo de ma. Hevrêyê me bawer dikir ku gelê me wê bi felsefeya Rêber Apo azadî û serxwebûna ku bi dehan sal hesreta wê bû bi dest bixe û hemû gelên bindest jî bigihêjin jiyaneke bi rûmet. Hevrêyê me di dema lêkolîna xwe ya li ser partiya me de ji jiyana komînal a ku gerîla bi derfetên xwe li çiyayên Kurdistanê afirandiye û gerîla azadiya welatê me Kurdistanê weke rêgez diyar kiriye, gelekî bi bandor bû. Hevrêyê me Simko di wê baweriyê de bû ku ger em ji bo azadiya gelê xwe têbikoşin divê di nava refên PKK'ê de cih bigirin, di sala 2013'an de xwest tevlî nava refên gerîla bibe, lê nekarî bigihêje vê armancê. Têkoşîna fedaî ya gerîlayên azadiyê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku piştre li gelek herêmên Kurdistanê pêş ket, îrade û gîrêdana hevrêyê me Simko hîn zêdetir kir. Lê hevrêyê me yê ku derfeta beşdarbûnê nedît, demekê neçar ma di nava artêşa rejîmê de cih bigire. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de rastiya dijmin hîn zêdetir nas kir, her roj xeyala tevlîbûna gerîla û têkoşîna azadiya welatê xwe Kurdistanê dikir. Hevrêyê me Simko di sala 2018’an de derfeta pêkanîna vê xeyalê bi dest xist, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Simko navê hevrê şehîd Simko Serhildan - Macid Kaviyan ê yek ji fermandarên efsanewî yên Rojhilatê Kurdistanê li xwe kir. Dema ku tevlî nava refên gerîla bû, di pêngava xwe ya yekemîn a têkoşînê de dilsoziya xwe ya bi şehîdan re nîşan da. Hevrêyê me perwerdeya xwe ya yekem li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît. Dema dît tiştên ku li ser jiyana gerîla bihîstiye rast e, biryara tevlêbûna nav refên gerîla di cih de ye. Bi tevlêbûna xwe ya dildar û bi coş, di demeke kin de adapteyî jiyana çiya û gerîlatiyê bû û di kesayeta wî de guhertinên girîng çêkir. Hevrêyê me Simko haya wî ji şerê îradeya li dijî dewleta Tirk a mêtinger hebû, bi taybetî di hunera gerîlatiyê de ji bo kûrtir bibe kedeke bêhempa da. Armanca hevrêyê me ew bû ku biçe qadên ku şer lê dijwar dibû. Ji bo vê yekê bi fedekarî li ber xwe da. Hevrêyê me bi perwerdeya ku dît Rêber Apo baştir nas kir, wateya Rêber Apo ya ji bo gelê me baştir fêm kir. Ji bo vê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke armanca herî mezin û herî girîng a têkoşînê destnîşan kir. Di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de li ser vê armancê rawestiya û ji bo serketinê bênavber têkoşiya.
Tevî ku hevrêyê me Simko ku perwerdeya xwe bi serketî bi dawî kir, pêşniyara çûyîna herêmên ku şer lê dijwar bû kir. Ji ber hewcedariyê li qad û xebatên cuda hat wezîfedarkirin. Hevrêyê me Simko bi kesayeta xwe ya têgihîştî, kedkar û durist bawerî dida hevrêyên xwe, beşdarî xebatên binesaziyê bû. Di amadekirina tunelên şer de ku yek ji taktîkên girîng ên şerê gerîla yê serdema nû ye, erka xwe bi temamî bi cih anî. Hevrêyê me Simko xwedî kesayeteke kedkar, jîr û afirîner bû. Di demeke kin de li hemû hûrguliyên vê xebatê serwer bû û di asta berpirsyariyê de erkên xwe bi cih anî. Lê ji sala 2021’an û vir ve êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûne û li dijî van êrîşan li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna berxwedana destanî dihat meşandin bandor li ser hevrêyê me Simko kir. Hevrêyê me difikirî ku weke milîtanekî Apoyî divê teqez bi hevalên xwe yên di çeperên berxwedanê de têdikoşin re be, bi israr xwest derbasî van herêman bibe. Hevrêyê me yê ku bi hostayiya taktîkên gerîlayên serdema nû, bi sekna xwe ya fedaî ya jiyanê û asta bîrdozî ku gihaştiye xwe ji erkên herî dijwar re amade kiriye û bi tevlîbûna xwe hevrêyên xwe qanih kir û di sala 2022 de berê xwe da qadên ku şer lê dijwar bû. Her çendî dixwest di tunelên şer de mil bi mil li dijî dijmin şer bike jî, guncav hat dîtin ku biçe ser xebatên ku ji bo têkoşîna me ji aliyê stratejîk ve girîng in. Hevrêyê me Simko, milîtanekî Apoyî ku pêwîstiyên partiya me esas girt, bi fedakariyeke mezin têkoşiya. Ji bo ku bibe layiqî berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ku çavkaniya hêza mezin û moralê ye û hevrêyên bi fedakarî têkoşiya. Hevrêyê me Simko bi kesayeta xwe ya têgihîştî û wêrek û bi beşdariya xwe ya rast û jidil hurmeta hemû hevrêyên xwe yên ku bi wan re têdikoşiya girt, bi kûrbûna felsefeya roja Rêber Apo peywira xwe bê kêmanî bi cih anî.
Hevrêyê me Simko ku heta nefesa xwe ya dawî bi fedakarî li ber xwe da û xwest xeyala xwe ya herî mezin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serxwebûna welatê me Kurdistanê pêk bîne, bi zelalbûna armanc û tevlîbûna xwe ya bi biryar li ser vê bingehê bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Weke hevrêyên wî em soza xwe ya ji hevrêyê xwe Simko dubare dikin ku em ê têkoşîna ku wî radestî me kiriye hîn berfirehtir bikin û xeyalên wî pêk bînin.
11 ’ê Mijdara 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG