Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 8'ê Mijdarê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 10'ê Mijdarê saet di 06:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 10'ê Mijdarê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
— 8'ê Mijdarê saet di 00:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.
2. Li Herêma Xakurkê;
— 10'ê Mijdarê saet di 08:35'an de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
3. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 9'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
— 10'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— 8, 9, 10 û 11'ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Xinêreya Jor, Qele, Sinînê, Şehîd Şerîf 6 caran, li Herêma Garê qadên Şikeftiya, Sêdarê, Deşta Kafya, Girê Zengilê, Bêbadê, Sîser, Mêranê 16 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Cûdî 4 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 9 û 10'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 8 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
12’ê Mijdara 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê