HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 25’ê Cotmehê de di saet 11.00’an de artêşa dagirker a tirk ketiye Herêmên Parastinê yên Medya li derdora gundê Orê ya bi ser Qaşûrayê ye. Artêşa tirk a dagirker li vir rastî berxwedaniya gerîla yê me hatiye û di navbera leşkerên artêşa dagirker û gerîla yê me de pevçûn qewimîne. Di encama van pevçûnan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di dema pevçûnê de ji aliyê helîkopterên kobra yê artêşa dagirker herêm hatiye bombekirin, herweha heta derêngê şevê li dijî herêmê bi hewan û obusan hatiye topbarankirin. Artêşa tirk a nekarî pêş de biçe naçar maye ku bi paş de vekişe.

2. Di 24’ê Cotmehê de li Şirnexê li nêzî gundê Awîna Bênatê ya bi ser Gabarê ve ye ji aliyê gerîla yê me ve li dijî leşkerên dijmin çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin.

3. Di 24’ê Cotmehê de di saet 17.40’an de li navçeya Wanê Elbakê di navbera Albayrak û Kanîspiyê de li dijî panzerek û wesayiteke reo ya artêşa tirk ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakkiyê de 6 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, herweha panzerek hatiye rûxandin, wesayita reo jî derbe xwariye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk heta 25’ê Cotmehê ketin û derketina herêmê hatiye qedexekirin.

4. Di 24’ê Cotmehê de li dijî leşkerên ji operasyona navçeya Colemergê Çelê vedikişiyan ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

26 Cotmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê