HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 24'ê Cotmehê de di saet 19.00'an de li navçeya Colemergê Geverê li ser riya Wanê li dijî konwoyeke leşkerî ya ji 4 panzêr û otobuseke 50 leşker barkirî ku ber bi lojmanên TOKI yan ve diçe ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

 

2. Di 27'ê Cotmehê de di navbera saet 00.00-02.00'an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Xapuşkê,, Govendê û derdora wê, Erguş û Dola Şîvê ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

3. Di 26'ê Cotmehê de di navbera saet 19.00-22.00'an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Orê, Girê Partîzan û Şehîd Viyan ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

4. Di 26'ê Cotmehê de ji saet 13.00'an heta bi şev li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girên Angola, Ferhat û Rûbar, Kela Nêrweh ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

5. Di 26'ê Cotmehê ji saet 22.00'an heta 27'ê Cotmehê saet 03.00'an li Herêmên Parastinê yên Medya li dijî Girên Angola, Ferhat û Rûbar, Kela Nêrweh ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

27 Cotmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê