HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê taktîkên dema nû ya gerîla di nava hev de û bi awayekî afrîner bikar tîne û bi domdar derbên giran li artêşa TC’ê didin.

Di çalakiyên hêzên me yên bi ruhê fedayî şer dikin de 7 dagirker hatin cezakirin, 1 dagirker hate birîndarkirin, 1 dron û sîstemek kamereya termal jî hatinîmhakirin. Artêşa Tirk a li ber hêzên me nikarin bi pêş ve bên, çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê 7 caran bi çeka kîmyawî, bombeyên fosfor û teqemeniyan, 5 caran bi balafirên şer, 20 arî bi helîkopter û bi dehan car jî bi hewan û obusan bombe kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

1. Di çarçoveya Berxwedana Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Avaşîn;

19’ê Tîrmehê saet 22:30’î tîmên me yên bi tevger çeperên dagirkeran ên li Girê Biyê ya li Mervanos kirin hedef. Ev çalakiya ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin, sîstema kamereyê ya termalê hate îmhakirin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

21’ê Tîrmehê saet 06:00’an drona bi teqemeniyê barkirî ya ji aliyê dagirkeran ve ji bo li çeperên şer ên li Şehîd Adil bombe bike hatibû şandin, ji aliyê hêzên me ve hate hedefkirin û xistin.

3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş;

20’ê Tîrmehê saet 14:40 û 17:17’an dagikerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi pêş ve bên, hêzên me du caran bi taktîka sabotajê li wan da, 6 dagirker hatin cezakirin û 1 jî birîndar bû.

20’ê Tîrmehê saet 06:30’î dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bûn hedefa tîmên me yên bi tevger û bi sûîkastê li wan hate dayîn, dagirkerek hate cezakirin.

20’ê Tîrmehê saet 22:00’an helîkopterên Skorskî ku xwestin leşkeran danin Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiya bi çekên giran hate lêdan. Piştî lêdana xurt a hêzên me helîkopterên Skorskî bê ku leşkeran danin, ji herêmê neçar ma dûr bikeve.

20’ê Tîrmehê sat 19:30’î dema dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê di nava liv û tevgerê de bû, hêzên me bi çekên giran li wan da. Li ser lêdana hêzên me dagirker qedemeyek paş ve vekişiyan.

4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

Di 20’ê Tîrmehê de çeperên şer ên Girê Amediyê, Girê Hekkarî, Çemço û Herêmên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara 6 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Di 20’ê Tîrmehê de çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi bombeyên fosforê hatin bombekirin.

5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, tank, helîkopter û balafirên şer;

Di 20 û 21’ê Tîrmehê de li Herêmên Berxwedanê yên Girê Hekkarî û Çemço tevgera balafirên bêmirov hatin dîtin.

Di 20’ê Tîrmehê de Herêmên Berxwedanê yên Girê Bihar, Girê Amediyê, Sîda û Saca 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 20’ê Tîrmehê de Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediye, Girê Hakkarî, Kurojahro, Werxelê û Karker 20 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 20’ê Tîrmehê de berwarê Girê Şehîd Hakî yên Xakurkê,  Herêma Girê Şehîd Kamuran û herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi dehan caran ji qereqolên sînor bi obus û hawanan hatine bombekirin.

 

21 ê Tîrmeha 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê