Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re!
Di 20’ê Tîrmehê saet 13:45’an de qada turîstîk a herêma Perex a girêdayî navçeya Zaxo ya girêdayî parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve hate bombekirin.
Di encama bombebarana artêşa Tirk li vê devera ku xelkê navçeyên cuda yên Iraqê lê ne, 9 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn. Em ji malbatên kesên ku di vê qetlîama dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.
Dewleta Tirk bi zanebûn seyrangeheke turîstîk a gelê sivîl bombe kir. Divê ti kes hewl nede vê komkujiya bi zanebûn a dewleta Tirk veşêre û ser bûyerê bigre. Ji ber ku ev ne komkujiya yekem e ku dewleta Tirk dike. Çawa ku dewleta Tirk di 11’ê Tebaxa 2020’an de 2 Berpirsiyarên Payebilind ên Leşkerî yên Iraqê bi zanebûn hedef girtin û qetil kirin, ev êrîş jî komkujiyeke plankirî ye ku bi heman armancê hatiye kirin. Ne tesaduf e ku dewleta Tirk di van salên dawî de li Bamernê, Kune Masî, Geliyê Balinda yê Çemço û gelek deverên din bi zanebûn li qadên pîknîkê yên sivîlan bombebaran dike.
Li herêma ku îro komkujî pêk hat ti hêzeke girêdayî me nîne. Li herêmên nêzî vê qadê girên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin hene û li herêmê serwer in. Dîsa hêzên sînorî yên Iraqê û hêzên cuda yên herêmî yên girêdayî Hikûmeta Herêmê jî li herêmê hene. Ji ber vê yekê ti eleqeya vê bûyerê bi me re nîne.
Rastiya ku divê her kes bibîne ev e ku; dewleta Tirk dixwaze serweriya xwe li qadê misoger bike. Ji bo vê armancê bi kuştina sivîlan û belavkirina tirs û xofê her kesî bitirsîne, xofê bixe dilê wan û paşde bixe. Dewleta Tirk armanc dike ku li herêmên ku serweriya xwe heye dawî li jiyana sivîlan bîne û ji herêmê derxîne. Heman rastî ji bo herêma Hiror a Metîna jî derbasdar e. Tevî ku hêzên me li derdora Hirorê nînin jî, ew bi berdewamî derdora Hirorê gulebaran bike da ku gundiyan birevîne.
Her kesê ku hurmeta xwe ji heqîqetê re heye û xwedî wijdan be, divê vê qetlîama hovane ya dijmirovahî ya dewleta Tirk bibîne û bizane ka bi vê yekê dixwaze çi bi dest bixe. Her wiha divê li hemberî vî sûcê mirovahiyê xwedî helwest bin.
20’ê Tîrmeha 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê