HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. 4'ê Tîrmehê saet di 22:45'an li qada Girê Sor a herêma Avaşînê, helîkopterên Skorsky geriyan.

Heman rojê saet di 23:00 de hêzên me li van helîkopteran dan. Piştî vê destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji herêmê biçin.

2. Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên êrişê û balafirên şer bombe li herêmên Avaşîn û Metînayê barand.

Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

– 2'ê Tîrmehê saet di navbera 20:30-02:10'an de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Mamreşo, Şûkê, Tabûra Ereban, Banista û Girê Silêman, bi helîkopterên Skorsky hêz hatin guhertin.

– 4'ê Tîrmehê saet di 20:10'an de li herêma Metînayê balafirên şer bombe li qada Stûnayê barandin.

– 4'ê Tîrmehê saet di 20:00 de li herêma Metînayê qada Kela Qumriyê bi balafirên şer hate bombekirin. Heman rojê saet di navbera 21:30-00:00 de helîkopter li qada Qaşûra geriyan, zeviyên gundê Deşîşê, gundê Kela Qumriyê, gundê Kêste, derora gundê Hîrorê qada Girê Şehîd Çiya û Derarê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehat.

5’ê Tîrmeha 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê