HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

– 5'ê Tîrmehê saet di 17:00 de li herêma Hirorê hêzên me, dagirkerên li ser Girê Şehîd Çiya ji bo demekê xistin bin kontrola xwe û piştre lê dan. Derb li dagirkeran hate xistin ên li derdora 4 kozikên li ser gir li hev civiya bûn. Herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, cebilxaneyeke dagirkeran a li ser gir jî hate teqandin.

– Piştî çalakiyê saet di navbera 22:30-23:30 de dagirkeran xwestin ku kuştiyên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê bibe. Hêzên me li helîkopteran dan û helîkopter neçar man ji herêmê vekişin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

– 5'ê Tîrmehê saet di 23:00 de li qada Werxelê, hêzên ku xwestin ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin, bûn hedefa hêzên me. Dagirkerên ku derb xwarin bi qedemeyekê xwe vekişandin.

– 5'ê Tîrmehê saet di 07:00 de artêşa Tirk a dagirker kûçikek bi detektorekî şand nava çeperên şer. Kûçik hate bêbandorkirin û detektora li ser kete destê hêzên me.

– Artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Sor bombeyên gazê û teqemenî avêtin nava çeperên şer.

3. Dagirkerên ku ji roja destpêkê ya operasyonê ve ji ber berxwedana mezin a hêzên me yên gerîla nikarin bi pêş ve biçin, li dijî hêzên me yên gerîla gazên kîmyewî bi kar tînin û bi wêrankirina cografya Başûrê Kurdistanê sûcê şer dike. Dewleta Tirk a dagirker darên li herêmê dibire û qadên daristanî dişewitîne.

4. Dewleta Tirk a dagirker bi helîkopterên êrişê, balafirên şer, obus û hawanan bombe li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê barand.

Agahiyên berfireh ên li ser liv û tevgera dijmin wiha ne:

– 5'ê Tîrmehê saet di 00:30'î de zeviyên gundê Hirorê yê li herêma Metînayê bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 5'ê Tîrmehê saet di navbera 00:30-02:30 de çeperên şer ên li qada Werxelê ya li herêma Avaşînê bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 5'ê Tîrmehê saet di navbera 00:30-02:30'î de helîkopter li qadên Cîlo yê Biçûk û Tîpa T ên herêma Zapê geriyan, qadên Şamkê, Şehîd Tûfan û Tîpa T bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

– 6'ê Tîrmehê saet di navbera 00:30-03:30'î de qadên Çemço û Sîda û gundê Rêçbiraxa bi obusên ji qereqolên li ser sînor tên avêtin, hate bombekirin.

– 6'ê Tîrmehê saet di 10:52'an, qada Deşta Nehlê ya navçeya Akrê bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê şewat bi herêmê ket û hîn jî şewat dewam dike.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye.

6’ê Tîrmeha 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê