Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hêzên me yên li Qadên Berxwedanan bi tarzê şerê tîmên gerîlayên tevgerî û şerê çeper û tunelan bi taktîkên xurt pêk tîne.
Hêzên me hesabên dagirkeran pûç dikin û li Qadên Berxwedanan înisiyatîf di destê hêzên me de ne. Artêşa Tirk a dagirker gelekî ditengije û li hemberî çeperên şer û tunelên gerîlayan her roj çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev êrişên bi çekên kîmyewî ne êrişên normal in û divê tu kes van êrişan tiştekî ji rêzê nebînin. Divê vî sûcê şer normal neyê dîtin. Dewleta Tirk a dagirker çi bi kar bîne wê nikaribe berxwedana dîrokî ya gerîla û îradeya fedaî ya Apoyî bişkîne. Di 17’ê Gulanê de 44 caran li hemberî çeperên şer û tunelên li Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Hêzên me li hemberî van êrişan li dagirkeran dane. Di çalakiyên hêzên me de 14 dagirker hatine cezakirin, 6 dagirker hatine birîndarkirin û 3 dron hatine xistin.
Agahiyên berfireh yên çalakiyan wiha nin;
1. Li Herêma Avaşîn;
– Di 17’ê Gulanê de saet di 12.00 û 14.05’an de dema ku dagirkeran xwestin Qada Berxwedanê ya Werxelê bi çekên kîmyewî bomberdûman bikin, hêzên me bi çekên giran û sabotajê li wan dan. Di van çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.
Ji ber çalakiyên xurt ên hêzên me, dagirkeran derbên giran xwarin û neçar man qedemeyekê vekişin. Dagirkeran Qada Berxwedanê ya Werxelê 15 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bomberdûman kirine.
2. Li Herêma Zapê;
– Di 17’ê Gulanê de saet di 13.00’na de dagirkerên li dora çeperên şer ên Kevirêkun ê Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran du caran bûne hedefa hêzên me. Hêzên me bi sekvaniyê li van dagirkeran dan û 2 dagirker ceza kirin.
– Di 17’ê Gulanê de saet di 07.20’an de dagirkeran dema ku xwestin ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran werin, hêzên me ev dagirker xistin bin kontrolê, bi çekên ferdî û çekên giran li dagirkeran dan. Ji ber mudaxeleya xurt a hêzên me dagirker nekarîne bi pêş ve werin û qedemeyekê vekişiyane. Hêzên me li 2 dronên li ser qadê dane û ev dron xistine. Di danê nîvro de hêzên me bi çekên giran, sekvaniyê û sê caran jî bi sabotajê li dagirkeran dan. Li vir 8 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker neçar ma ku êvarî mirî û birîndarên xwe bi helîkopterê ji qadê derxîne. Hêzên me li van helîkopteran jî dane û helîkopter neçar mane ji qadê derkevin.
Hêzên me li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran de bi ruhê milîtan ê Apoyî ev çalakiyên xurt li dar xistine. Di van çalakiyan de 10 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker birîndar bûne û li 2 dronan hate xistin.
– Di 17’ê Gulanê di saet 09:30’an de hêzên me dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Hewrê yên li qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bûn kirin armanc û bi taktîkên sabotajê li wan dan. Di vê çalakiyê de teqemeniyên dagirkeran ên beriya niha ji aliyê hêzên me ve hatibûn desteserkirin, hatin bikaranîn. Di encama vê çalakiya afirîner de ku hêzên me çeka dijmin li hember dijmin bi kar anîne, 3 dagirker hatine cezakirin.
– Di 17’ê Gulanê saet 12:10’an de dronek li qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye xistin.
– Di 17’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker ku di encama çalakiyên bi bandor ên hêzên me de derb dixwe û nikare bi pêş ve biçe, çeperên şer ên Şehîd Hewrê û Şehîd Berxwedan ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn û çeperên Girê Cehenem ê girêdayî Qada Berxwedanê ya Çiyareş 29 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe kirin.
3. Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.
Agahiyên berfireh ên êrişan wiha ne:
– Di 17’ê Gulanê de herêmên Çemço û Şikefta Birîndara yên Zapê 4 caran bi balafirên şer, Girê Amediye û Girê FM jî ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan hatiye bombekirin.
– Di 17’ê Gulanê de Girê Hakkarî û Girê Ortê yên herêma Metîna bi obusên ji qereqolên li ser xeta sînor ve hatin avêtin û 6 caran bi balafirên şer ve hatine bombekirin.
18 ê Gulan a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê