ji bû çapemenî û raya giştî re!
Gerîlayên me li Colemêrg, Şirnex, Amed, Çewlik, Mûş û Bedlîsê li dijî polîs û hêzên artêşa Tirk çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de dewleta Tirk windahiyên giran da.
Lı Dıjî Qereqola Gomanê Ya Lı Şemzînanê Çalakî
Di 17'ê Îlonê de, gerêlayen me li hemberî qereqola Gomanê ya li navçeya Colemêrg Şemzînanê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de, gerîlayen me bi çekên giran li leşkerên li nava qereqolê kom bûbûn xistin. Hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûne nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa Tirk bi tank û hawanan derdora qereqola Gomanê bomberdûman kir.
Dı Çalakıyen Hevalên Me Yen Yja Starê De 2 Leşker Hatın Kuştın
Gerîlayên me yen YJA STAR'ê di roja 16'ê Îlonê de li hemberî qereqola Salara ya li Şemzînanê çalakî pêk anîn. Di vê çalakiya bi çekên giran hat lidarxistin de herî kêm 2 leşker hatin kuştin.
Lı Colemêrgê Wesayîteke Zırxî Hat Rûxandın
Li herêma Meskan a Colemêrgê, gerîlayên me li hemberî konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîteke zirxî bi temamî hat rûxandin. Kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
Derb Lı Helîkoptereke Kobra Hat Xıstın
Di roja 18'ê Îlonê de saet di 06-07'an de du helîkopterên Kobra û şeş helîkopterên Skorsky ên artêşa Tirk xwestin leşkeran deynin qereqola Girê Çete ya li Geverê. Bi derbên hêzên gerîlayen me re helîkopterên Skorsky berî leşkeran deynin ji herêmê vekişiyan. Gerîlayen me derb li helîkoptereke Kobra xistin. Di heman demê de gerîlayên mê bi çekên giran derbên xurt li qereqola Remo xistin.
Mewzıyên Artêşê Yên Lı Ser Sînorê Heftanînê Hedef Hatın Gırtın
Di roja 17'ê Îlonê de saet di 09:15 û saet di navbera 13:30-18:30 de, hêzên gerîlayen me bi çekên giran û ferdî li mewziyên artêşa Tirk ên li derdora qada Şehîd Kendal a li ser sînorê Heftanînê xistin. Piştî çalakiyê alaya topvanan a Bejuhê û qereqola Girê Meymûn, bi obus, topên hawanên bi fosfor û tankan qadên Deriyê Davetiya û Kêlikê bomberdûman kirin. Piştî bomberdûmanê li herêmê şewat derket.
Lı Çelê 2 Leşker Hatın Kuştın
Di 17’ê Îlonê yekîneyên derketin operasyonê yên ji qereqola Rindikê ya navçeya Çelê ya Colemergê, ji gerîlayên me re bûn hedef. Di pevçûnê de 2 leşker hatin kuştin. ,Li herêmê operasyon didome.
Li qada Gabarê ya Şirnexê hevalê me Talhat Çelîk (Reşîd Serdar), di dema kemîna artêşa Tirk de ji koma xwe qut bû û birîndar bû, ji bo dîl nekeve dawî li jiyana xwe ani.
Di 15’ê Îlonê saet 18:10’an tîmeke gerîlaye me ya diçû wezîfeyê li qada Gabarê, di navbera Mişar û Çirav de li Berbenda Bûzûka ketiye kemînê. Di dema kemînê de hevalêkî me ku ji koma xwe qut bû, birîndar bû ji bo dîl nekeve dawî li jiyana xwe anî
Nasnav : Reşit Serdar
Nav û Paşnav : Talhat Çelik
Cîhe Ji Dayîk Bûye: Amed
Navê Dayîk û Bab : Zübeyde - Ömer
Cîh û Dîraka Şahadetê : 15 Eylül 2015 / Şırnak
Lı Sılopıyayê Lojmanên Polîsan Bûn Hedef
Di 16’ê Îlonê de saet 19.00’an gerîlayên me li hember lojmanên polîsan çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de mewziyek doçkayê ku tê de 4 polîs jî hebûn bi roketan hat bomberdûmankirin. Di vê çalakiyê de hejmara polîsên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.
Lı Şaxê Leşkeran Dema Operasyonê Darıstan Şewıtandın
Hat ragihandin ku artêşa Tirk li navbera gundên Çaminiş û Xûmare yên girêdayî navçeya Şax a Wanê dest bi operasyonê kirin. Leşkerên ku ti encam ji operasyonê negirtin, daristan şewitandin. Ev operasyon saet 14.00’an bê encam vekişiya.
Lı Elbakê Çalakıya Sûîqestê: Leşkerek Hat Kuştın
Di 17’ê Îlonê de saet 14.50’an gerîlayên me kuleya çavdêriyê ya girêdayî qereqola Xalkava ya girêdayî navçeya Elbakê ya Wanê, kirin hedef. Di çalakiya sûîqestê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê heta saet 15.30’an leşkeran bi A-4 û çekên giran derdora xwe gulebaran kirin.
Artêşa Tirk ji alayê ya navçeya Bêşebabê ya Şirnexê, herêma Kato Marînos bi obus û hawanan bomberdûman kir.
Lı Amedê Rê Dı Bın Kontrola Gerîlayen Me De Ne
Rêyên Licê û Pasûr, Çewlig û Amedê di bin kontrola gerîlayên me de ne. Saet 07.00’an helîkopterek Skorsky ji bo keşfê hatibû, gerîlayên me ji du baskan ve lê dan.
Lı Tetwanê 3 Polîs Bı Gıranî Bırîndar Bûn
Di 17’ê Îlonê de saet 18.00’an gerîlayên me li hember wesayîtek Akrep a li navenda navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, çalakiyek sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de herî kêm 3 polîs bi giranî birîndar bûn.
Sercerdevanên gundên Bista, Kelhê yên girêdayî Xîzanê û Zînzik ê girêdayî Şîrwanê ya Sêrtê xebatên kontra dimeşînin. Kontra bi leşkeran ve li Çiyayê Gerzebê yê Şîrwanê derdikevin operasyonan.
Artêşa Tırk Şehîdgeha Lı Gımgımê Kır Hedef
Di 17’ê Îlonê de saet 04.00’an artêşa Tirk êrîşî şehîdgeha Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl ên li navçeya Gimgimê ya Mûşê kir. Şehîdgeh û derdorên wê destpêkê balafirên şer bomberdûman kirin, piştre jî helîkopterên Kobrayê texrîb kirin. Piştî van gulebaran û bomberdûmanan, artêşa TC bi wesayîtên zirxî êrîş bir ser şehîdgehê û îbadetgehên li vir jî texrîp kirin. Gelê herêmê li hember van operasyonana helwest nîşan dan. Leşkeran êrîş birin ser gelê herêmê û gelek kes binçav kirin. Tevgera li şehîdgehê hê jî didome û leşkeran tevahî rêyên li vir girtine.
Lı Sarıqamış Artêşa Tırk Qadên Gerîlayên Me Bombe Kır
Artêşa Tirk li Sariqamişê di 17’ê Îlonê de saet di navbera 10-12’ê şev de bi topên hawanê bomberdûmanek pêk ani, heman rojê saet 16.30 û 17.00’an de artêşa Tirk qada Demîrkapi ya girêdayî gundê Çemçe yê Qersê bombe kiriye.
Rêyên Dêrsım-Pulur, Dêrsım-Erzîgan Dı Kontrola Gerîlayên Me De Ye
Rêyên Dêrsim-Pulur û Dêrsim-Erzîngan di kontrola gerîlayên me de ye. Ji 17’ê Tebaxê ve rêyên Dêrsim-Pulur û Dêrsim-Erzîngan di kontrola hêzên meyên gerîla de ye.
- Rêyên Dêrsim-Pulur û Dêrsim Erzîngan ên ev 3 roj in ji aliyê artêşa TC ve hatibûn girtin îro dîsa hatine vekirin.
Li navçeya Pulur a Dêrsimê ku ji aliyê artêşa TC ve operasyon hatiye destpêkirin li gor vê;
Di 16’ê Îlonê piştî nîvro saet 15.00’an 2 balafirên keşfê li qadên Gamir, Otlû Bahçe û Kozlûca yên girêdayî navçeya Pulur a Dêrsimê keşf pêk anîn.
Di 16’ê Îlonê piştî nîvro saet di navbera 17.15 û 18.00 de bi koordîneya 2 balafirên keşfê qadên Gamir, Otlû Bahçe û Kozlûca yên girêdayî Pulur a Dêrsimê hatine bombekirin. Dîsa saet 18.20 û 19.00’an 2 helîkopterên kobra jî qada Gamir bombe kirin. Ev bomberdûman ji saet 23.30 heta 00.30 ku qadên Gamir û Otlî Bahçe kirine nav xwe dewam kirin.
Di 16’ê Îlonê êvarî saet di navbera 18.00 û 19.00’an de bi desteka 2 helîkopterên Kobra, helîkopterên Skorsky li qadên Gamir, Otlû Bahçe û Kozlûca leşker danîn.
Operasyona artêşa Tirk a 16’ê Îlonê destpê kiribû bi desteka pêgerên keşfê didome.
Artêşa Tirk Bomberdûman Û Keşfan Didomîne
Di 17’ê Îlonê de saet di navbera 08.00 - 13.00’an de li herêmên Xakurkê û Xinêre saet di navbera 10.30-16.30’î de, qada Bektorya ya girêdayî Heftanîn, saet di navbera 20.00 - 21.00’ê de, herêma Metîna saet di navbera 15.00 - 16.00’an de, herêma Garê saet di navbera 11.30 - 15.30 û 18’ê Îlonê (îro), saet di navbera 07.00 - 12.00’an de herêma Avaşîn, saet di navbera 07.00 - 15.00’an û 18’ê Îlonê saet di navbera 00.00 - 02.00’yan de li ser herêma Zapê pêgerên keşfê yên hewayî yên bê mirov geriyan.
Di 17’ê Îlonê de saet 19.30 - 20.30 li herêma Xakurkê, saet 23.00 - 00.00 li herêma Garê, saet 20.00 - 21.00’ê li herêma Metîna, saet 19.00 - 21.30 li qada Çarçela ya herêma Zagros, di navbera saet 19.00 û 18’ê Îlonê saet 04.00’an de li ser herêma Zapê tevgera balafirên şer rû day.
Di 17’ê Îlonê de saet 19.30 qereqola Garê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê; girê Şehîd Armanc ê girêdayî herêma me ya Xakurkê bi obus û hawanan bombe kir.
Di 17’ê Îlonê de saet di navbera 12.00 - 18.00’an de qereqola Oremar a girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê; girên Şehîd Gafûr û Şehîd Artêş ên li ser xeta sînorê herêma Avaşîn, saet di navbera 17.00-18.00’an de, qereqola Grana qadên Govendê û Tepê Xwedê bi obus, hawan û tankan bombe kir.
Di 17’ê Îlonê de saet di navbera 11.00 - 11.40’î de qereqola Erîş a li ser xeta sînor a herêma Zapê; qada Xeregol saet di navbera 14.30-18.00’an de qereqola Bîlîcan qadên li derdora xwe bi obus, hawan û tankan bombe kirin.
18 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG