ji çapemenî û raya gîştî re!
Li hember êrîşên artêşa Tirk gerîlayen me li Colemêrg, Şirnex, Wan, Dêrsim, Çewlik, Sêrt, Qers û Îdirê çalakiyên bersivdanê pêk anîn. Di van çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin.
Di 5’ê Îlonê de saet 06.00 li hember qereqola Goman a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê gerîlayên me yên YJA Star çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin. Di heman wextî de hêzên me yên gerîla bi çekên giran ji li qereqolê dan. Li vir hejmara mirî û birîndaran zelal nebû.
Di 4’ê Îlonê de saet di navbera 20.00 - 00.00 de hêzên gerîlayen me rêya di navbera Şemzînan û Geverê ya girêdayî Colemêrgê girtine. Hêzên me yên gerîla li vir nasname kontrol kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin.
Di 5’ê Îlonê de saet di navbera 17.30 - 19.00’an de hêzên me yên gerîla li sêgoşeya Wan-Colemêrg-Gever rê girtin û kirin bin kontrolê. Li vir piştî kontrola nasnameyan der barê pêvajoyê de gel hat agahdarkirin.
Di 5’ê Îlonê de saet di navbera 16.00 - 16.30’an hêzên me yên gerîla li hember qereqola Bêdewê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çakiyeke sûîqestê pêk anîn û leşkerek hat kuştin. Gerîlayên me li leşkerên ku li derdora cenazeyê leşker kom bûne le dan û li wir du leşkerên din jî kuştin. Piştî çalakiyê qereqolê bi çekên giran derdora xwe rasterast gulebaran kir.
Di 4’ê Îlonê de saet 00.10'an gerîlayên me yên YJA Star li hemberî îstasyona bazê ya Vodafone û Avea ya di navbera qereqolên Bêdewê û Salara de yên li herêma Şemzînan a Colemêrgê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Îstasyona bazê bi temamî hat îmhakirin.
Li qada Geliyê Doskî yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê di navbera hêzên me yên gerîla û artêşa T.C de pevçûn didomin. Artêşa T.C a bi awayekî zêde hêz teqwiyeyî heremê dike, hewl dide di çarçoveya dagirkirinê de pêşde biçe. Di çarçoveya pevçûn û çalakiyan de;
Di 5’ê Îlonê de saet ji 10.00'an heta êvarî helîkopterên Kobra qada Geliyê Doskî bombe kirin. Heman rojê saet 16.00’an li hember konvoya piraniya wê wesayîtên zirxî ku dixwest bikeve qada Geliyê Doskî hêzên me yên gerîla çalakiyek li dar xistin û pevçûnan rû da. Pevçûnên rû dan heta êvarî saet 19.00’an dewam kirin û artêşa T.C ji ber derbên bi bandor ên gerîlayên me neçar maye vekişe. 6’e Îlonê (îro) pevçûnên danê sibehê dijwar bûn heta saetên nîvro dewam kirin. Pevçûn ku dem dem dewam dikin, gerîlayên me bi awayekî bi bandor li qereqolên Tepê Remo û Tepê Çete xistin.
Di nav herêmê de qereqolên Oremar, Şitaza, Bezelê, Sineva, Tepê Remo û Tepê Çete qada Geliyê Doskî bi awayekî zêde bombe kirin. Di encama bomberdûmana artêşa T.C de şewata li qada Geliyê Doskî destpê kir û didome.
Di 5’ê Îlonê de saet di navbera 11.00 - 12.00’an de hêzên me yên gerîla li hember qereqola Erîş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê (xeta sînorê Zapê) bi hawanan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de qereqol bi awayekî zêde hatiye hedefgirtin, 8 wesayîtên zirxî hatin derbkirin, ji ber hawanên li qereqolê ketine şewat derketiye. Di encama şewatê de saet 11.30 di avahiyê de teqîneke mezin rû daye û şewat heta saet 19.30 dewam kiriye. Di encama çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran zelal nebû; wesayîtên zirxî yên ji qereqola Serê Sevê hatin mirî û birîndaren xwe rakirin.
HEFTANÎN
Di 5’ê Îlonê de saet di navbera 17.30 - 18.00’an de li hemberî artêşa Tirk a xwe li Şehîd Kendal li sînorê herêma Heftanînê ya girêdayî Herêmên Parastina Medya ye bi cih kiribû gerîlayên me bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin.
Di 5’ê Îlonê de saet 09.30'an û saet 15.00'an gerîlayên me li hemberî artêşa TC a xwe li herêma Şehîd Kendal bi cih kiribûn çalakiyek sûîqestê pêk anîn û 2 leşker hatin kuştin.
ŞIRNEX
Di 5’ê Îlonê de saet di navbera 13.00 - 15.00’an di navbera Şirnex û Çelê de tevgera helîkopterên Kobra zêde bûn. Dîsa saet di navbera 13.00-13.30’an de li hember wesayîteke zirxî ya diçû qereqola Elemûn a li xeta sinorê herêma Metîna ye, gerîlayên me bi çekên giran çalakî pêk anîn û wesayîta zirxî derbe kirin.
SÊRT
Di 4’ê Îlonê de saet 22.00'an artêşa TC li derdora îstasyona bazê ya li navenda navçeya Berwarî ya bajarê Sêrtê kemîn danîn. Dema hêzên me diçûn wezîfeyê ev kemîn ferq kirin û ji mesafeyek nêz ve bi awayekî bi bandor lê dan. Di encam de 2 leşker hatin kuştin.
WAN
Di 5’ê Îlonê de saet 21.00'an gerîlayên me îstasyonek bazê ya girêdayî qereqolê dixebitî û di heman demê de karê Turkcell, Vodafone û înternetê dikir a nêzî qereqola Hespîstanê ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê ji xwe re kirin hedef û bi çalakiyek sabotajê îmha kirin.
ÊLIH
Di 3’ê Îlonê ber danê êvarî gerîlayen me li hember qereqola Şkefta ya li navenda Êlihê ye, çalakiyek sûîqestê pêk anin û leşkerek hat kuştin yek jî hat birîndarkirin.
Di 4’ê Îlonê de artêşa TC di navbera gundên Til Hesen, Qermût û Bagas ên girêdayî navçeya Kercosê ya Êlihê dest bi operasyonê kirin. Saet 12.00’an pêgeroka hewayî ya bêmirov cihê hevalên me keşif kirin û di operasyona bi wesayîtên zirxî ve berdewam dikir veguherî pevçûnê. Piştî pevçûnê gerîlayên me bi manevrayê xwe ji qadê dûr xistin, lê der barê leşkerê mirî û birîndar de agahiyên zelal nînin.
Gel li hemberî vê operasyonê xwedî bertek bû û xwest derbasî qada pevçûnê bibe, lê leşker bûn asteng. Ji ber serhildanên li gundên navçeya Kercosê, leşkeran rojek herêm dorpêç kirin.
Şeva 4’ê Îlonê bi 5’ê Îlonê ve girê dide li hemberî 2 bîrên petrolê yên Tupraşê yên navbera gundên Eynel Romî û Şkeftan a navçeya Kozlukê ya Êlihê gerîlayên me çalakiyek sabotajê pêk anîn û her du bîr jî îmha kirin.
Di 5’ê Îlonê de saet 20.00'an li hemberî îstasyonek bazê ya Turk Telekomê ya girêdayî gundê Timok a navçeya Kozlukê ya Êlihê gerîlayên me çalakiyek sabotajê pêk anîn û di encam de ev der îmha kirin.
ÇEWLIG
Di 5’ê Îlonê de saet navbera 19.00-20.00’an gerîlayen me rêyên Çewlig-Elezîz xistin bin kontrolê û nasnamê nêzî 400 wesayîtî kontrol kirin. Dema kontrolê de wesayîteke polîsên sivîl paş ve reviyaye ji bo hişyariyê hinek gule hatin reşandin. Piştî ji wesayîtê bi çekan bersiv hat, di demek kurt de xwediyê wesayîtê ji qadê dûr ketin. Êvarî 3 panzer hatin cihê bûyerê, ew jî bi lêdanek bandor hatin dûrxistin. Hêzên me 3 kamerayên mobeseyê jî îmha kirin û vekişiyan baregehên xwe.
Di 5’ê Îlonê de saet di navbera 21.00-23.00’an de li nêzî gûndê Çanê yê girêdayî Çewligê ye di rêya Çewlig-Erziromê de gerîlayên me kontrolên nasnameyan kirin.
ÎDIR
Di 5’ê Îlonê de saet di navbera 13.50-14.40 û êvarî 21.00-22.00’an artêşa T.C bi balafirên şer û 2 helîkopterên Kobra li hember herêma Pirekorê ya girêdayî bajarê Îdirê êrîşeke hewayî pêk anî. Li gel vê jî, li hinek cihên wê yên stratejîk de yekîneyên artêşa T.C ên veşartî hene.
QERS
Di 5’ê Îlonê de saet navbera 15.00-16.00’an de artêşa T.C ji navçeya Qamûşanê ya bajarê Qersê bi A-4 û tankan li eraziyên derdor da. Di 6’ê Îlonê de saet di navbera 06.30-09.00’an de li vê qadê pêgerên hewayî yên bê mirov geriyan.
Di 5’ê Îlonê de saet 18.00'an gerîlayên me li rêya navbera navçeya Qamûşanê ya Qersê û Erziromê kontrolê nasnameyan kirin. Ji nêzî 50 wesayîtan re der barê pêvajoyê de agahî dan. Di encamên kontrolan de hate tespît kirin ku 5 TIR’ên gaza xwezayî barkirî aîdî dewletê ne û hatin şewitandin.
DÊRSIM
Di 5’ê Îlonê de saet 19.00'an Tîma Tevgera Taybet li daristana Sîpîkê ya girêdayî navçeya Mazgîrtê ya Dêrsimê tîma gerîlayên me yê ku diçûn wezîfeyê ferq kirin û di 20 metreyî de pevçûnê rû da. Ji vê pevçûnê tîma gerîlayên me bi saxlemî vegeriyan baregehên xwe, lê der barê mirî û birîndarên polîsan de agahî nehatin bidestxistin.
Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Erzîngan û Dêrsim-Pilûr di bin kontrola hêzên me de ne.
GERÎLAYÊ ME YE KU BIRÎNDAR JIYANA XWE JI DEST DA
Di çalakiya 4’ê Îlonê li navenda Dêrsimê de ku 2 gerîlayên me bi însîyatîfa xwe pêk anîbûn Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel daxuyaniyek weşandibû. Di çalakiya li hember polîsên AKP’a faşîst ên dijî gelê me êrîş û hovîtiyan dikin pêk hat, 2 gerîlayên me bi cesaret û ruhekî fedayî dilsoziya xwe nîşan dan û wek xwedî seknekê berxwedana xwe nîşan da. Di pevçûnê de hevalê me Rêzan Erzurum şehît ket, hevalê me Brûsk Dêrsim jî bi birîndarî esîr ket. Hevalê me Brûsk Dêrsim tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Em bawer in wê malbata wî ya hêja û gelê me li şehîdên xwe yên bi ruhê fedayî berxwedan pêş xistin xwedî derkevin. Em soz didin ku em ê ji bo bîranîna şehîdên xwe têkoşîna xwe bigihînin serketinê.
NASNAMEYA GERÎLAYE ME YE KU ŞEHÎT KETÊ WUHAYE:
Nasnav: Brûsk Dêrsim
Nav-Paşnav: Baran Çetînkaya
Cihê Jidayikbûnê: Dêrsim
Navê dayik-bav: Fadîme - Mehmet
Cih û dîroka şehadetê: 6’ê Îlona 2015 / Dêrsim
Bomberdûman û tevgera hewayî ya artêşa Tirk berdewamê
Di Roja 5'ê Îlonê de saet di navbera 11:30-12:30 de qereqola Geman a li ser sînorê herêma Zagrosê, qadên Kirinos û Deravê, saet di navbera 16:00-16:30 de qereqola Bêdewê, Dola Mehendê bi obus û hawanan bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê li herêmê şewat derket. Gelê herêmê hewl da şewatê vemirîne, lê artêşa T.C pêşî li gel girt.
Di Roja 6'ê Îlonê de saet di 05:30 de qereqola Oremar a li navçeya Colemêrg Geverê, obus û hawan avêt qada Şehîd Bager a herêma Avaşînê.
Di 5'ê Îlonê de saet di navbera 20:30-13:00 de 2 helîkopterên bi tîpa Kobra, qada gundê Tiyê Jorê ya li Şemzînanê bomberdûman kirin. Di heman demê de qereqola Gomanê, hawan avêt qadên gundên Tiya Jorê û Biya Horê.
Di 5'ê Îlonê de saet di navbera 12:30-13:30 de qereqola Êrîş a li ser sînorê herêma Zapê, girê Cehenemê, qadên Sevê û Sernê, saet di navbera 11:00-17:00 de qereqolên Serê Sevê û Tepê Ortê jî qadên Xeregol, Zerê, Canmeda û Şelalê bi obus, hawan û tankan bombe kir.
TEVGERA HEWAYÎ DIDOME
Di roja 5'ê Îlonê de ji saet 09:00 heta 6'ê Îlonê di saet 02:00 li herêma Avaşînê, roja 6'ê Îlonê saet di navbera 00:00-01:30 li herêma Garê, saet di navbera 12:30-13:30 û saet di navbera 19:00-00:00 bi pêgerên hewayî yên bê mirov li herêma Zapê keşif hatiye kirin. Her wiha roja 5'ê Îlonê de saet di navbera 17:00-18:00 de li herêma Garê, saet di navbera 23:00-23:30 de li herêma Avaşînê balafirên şer geriyan.
6 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG