ji çapemenî û raya gîştî re!
Gerîlayên me yen HPG û YJA-STAR li Geliyê Doskî li hember leşkerên Tirk çalakiyek li dar xistin. Gerîlayen me di ve çalakiyê de 15 leşker kuştin û gelek çek bi dest xistin.
Me ragihandibû ku pevçûnên li qada Geliyê Doskî ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dewam dikin û artêşa TC ji bo li vê herêmê pêşde biçe bi sewqiyatên leşkerî yên zêde hêz veguhestiye.
Di 6’ê Îlonê (îro) piştî nîvro saet 15.00’an artêşa T.C bi konvoyeke ji gelek wesayîtên zirxî ji bo qada Geliyê Doskî hêzê sewq bike ku tevgeriya, bi çalakiya sabotajê ya gerîlayên me hatiye sekinandin. Ev konvoya ji ber çalakiya sabotajê nikarîbû pêşde biçe ji çend baskan êrîş pêk ani. Di encama êrîşên di çalakiya sabotajê de pêk hatin bi awayekî zelal 15 leşker hatin kuştin. Di çalakiyê de gelek kelûpelên leşkerî jî hatin rakirin. Detayên çalakiyê wê paşê bên aşkerakirin. Pevçûnên li vê herêmê hê didomin.
6 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG