HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. 18’ê Sibatê saet di navbera 01:00 - 03:45’an de qereqolên Îranê ên li xeta Herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bi obus û hawanan êrîşî qada Dola Kokê kirine.

2. Ji 17'ê Sibatê saet di 16:00 heta 18'ê Sibatê (îro) saet di 03:00, li ser herêma Zapê a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya, balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker, keşif kirine. Di 17'ê Sibatê saet di navbera 22:30 û 04:00 de balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker li Heftanîn û qada Xanturê, keşif kirine.

18 Sibat 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG