HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê dewam dike. Li gor wê:

16’ê Sibatê saet 21:45’an li derdora Taxa Sûka Jêr, ji aliyê Gerîlayên me ve çalakiyek sûîqestê pêk hatiye. Li vir çeteyekî DAIŞ’ê hatiye kuştin.

Tevgera Leşkerî ya Artêşa Tirk li gorî vê çerçovê ye:

Di nava 3 rojên dawî de, saet di navbera 22:00 ê şevê û 04:00 ê ber destê sibehê de, balafirên bê mirov ên keşfê yên artêşa TC a dagirker li qadên Heftanîn û Xantûr ên Herêmên Parastinê yên Medyayê, tev geriyan. Ev tevgera hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dibe. Li gorî vê yekê;

- Ji 16'ê Sibatê saet di 20:00 heta 17'ê Sibatê (îro) saet di 01:00 de, balafirên bê mirov ên keşfê li ser herêma Zapê keşif kirin.

- Di 17'ê Sibatê (îro) saet di navbera 01:00 - 03:00 de li qada Metîna balafirên şer di nava tevgerê de bûn.

17 Sibat 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG