ji çapemenî û raya giştî re!
Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê dewam dike. Li gor wê:
1. Di 25'ê Çileyê saet di 16:00 de li derdora taxa Berbirojê li hemberî çeteyan gerîlayên me çalakiyeke sûîqestê lidar xistine. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin. Li ser vê çerçovê doh çend çalakiyên sûîqestê yên din hatine li darxistin.
- Di 25'ê Çileyê di navbera saet 22:00 ê duh û saet 01:00 ê îro de li taxên navenda Şengalê sê çalakiyên sûîqestê hatin kirin û di van çalakiyan de 3 çete birîndar bûne.
- Di 25'ê Çileyê piştî nîvro û saetên êvarî de çeteyên Daîş bi hawanan êrîş zêde kirine, lê bûyereke neyînî ji ber van êrîşan neqewimiye.
Artêşa TC Li Kurdistanê bi taybet li ser xeta sînor tevgera leşkeri û êrîşên wê berdewam kirine. Di vê çerçovê de:
2. Di 25'ê Çileyê saet di navbera 10:00-14:30 de balafirên şer ên artêşa Tirk li ser Xakurkê û Lêlikanê yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyan. ev tevgera hewayî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêdebune û dewam dike. Li gor wê:
- Di 25'ê Çileyê saet di navbera 06:00-21:00 de bi balafirên bê mirov ên keşfê re li ser girên Şehîd Rahîme, Şehîd Gafûr û Gomankê yên dikevin li ser xeta sînorê herêma Avaşîn bi zêdeyî keşif hatiye kirin.
- Di navbera 25'ê Çileyê saet 21:00 û 26'ê Çileyê (îro) saet di 03:00 de, tevgera balafirên keşfê li ser herêma Zapê dewam kir, di 25'ê Çileyê saet di navbera 21:00-23:00 û 26'ê Çileyê saet di navbera 04:00-05:00 de li herêma Heftanînê tevgera balafirên keşfê yên bê mirov dewam kiriye.
3. Di navbera 24'ê Çileyê saet 19:30 û 25'ê Çileyê saet 01:00 de, leşkerên ser bi qereqola Bilican a li ser xeta sînorê herêma Zapê ye, bi desteka balafirên keşfê li qadên Talisa û Kanî Biyê derketine operasyonê. Operasyon saet di 01:00 de bi awayekî bê encam bi dawî bû.
4. Di 25'ê Çileyê saet di navbera 11:00 û 17:30 de, Artêşa TC a dagirker ji Qereqola Oremarê ya li navçeya Gever a Colemêrgê, bi obus û tankan girên Şehîd Rahîme, Şehîd Gafûr û Gomankê bi topên Obus û Tankan bombebaranek zêde kirine. Li hemberî van êrîşan hêzên me yên Gerîla bi çekên giran di cih de bersiv dane van êrîşan. Li ser vê yekê artêşa Tirk, ji Qereqola Oremarê bi bombeyên mîsketê Girê Şehîd Gafûr û derdora wê bi berfirehî bombebaran, Ji ber van bombebaranan gelek heywanên kovî telef bûn. Dîsa di 26'ê Çileyê saet ji 09:00 heta danê êvarê, qereqola Oremarê bi tankan girên Şehîd Rahîme, Şehîd Gafûr û Gomankê bombebaran kir.
26 Çile 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG