ji çapemenî û raya giştî re!
1. 24’ê Çileyê saet di navbera 16:30 - 19:00’an de li ser sînorê herêma Xakurkê ya yek ji Herêmên Parastinê yên Medya tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker hatiye dîtin. Her wiha heman rojê saet 20.00’an û 25’ê Çile (îro) saet, 03.00’an li ser herêma Zapê balafirên bêmirov bi armanca keşfê geriyan.
2. ji 23’ê Çileyê ve li ser qada Şehîd Xefûr û Şîkê yên girêdayî herêma Avaşîn balafiên bêmirov yên artêşa Tirk a dagirker bi awayekî zêde keşfan pêk tînin. Herwiha di 24’ê Çileyê saet di navbera 20:30 - 22:00’an de Qereqola Oremar a di kontrola artêşa Tirk a dagirker de ye û li xeta sînor a navçeya Gever a Colemêrgê cih digire, bi koordînatên balafirên bêmirov Girê Şehîd Xefur û derdora wê bi hewan û obûsan bombardûman kiriye.
25 Çile 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG