ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Îlonê de saet 17.30’an hêzên me yên gerîla di ketina Şengalê de li hemberî wesayîteke çeteyên DAIŞ bi çekên giran û ferdî çalakiyek li darxistin. Li vir wesayîta aîdî çeteyan derbe xwariye û der barê mirî û birîndaran de agahiyeke zelal negihiştiye destê me. Dîsa gerîlayên me li herêma navenda Şengalê li hemberî herêmeke ku çeteyên DAIŞ wek baregeh bi kar tînin bi çekên B7 û BKC çalakî li dar xistine. Li vir jî der barê mirî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatine girtin.
2. Di navbera 3’ê Îlonê de saet 08.00’an û 4’ê Îlonê saet 07.00’an de balafirên bêmirov yên aîdê artêşa Tirk a dagirker Li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medya keşif pêk anîne. Dîsa li herêma Metîna jî keşfên ji 3’ê Îlonê saet 15.00’an destpê kirin heta 4’ê Îlonê saet 01.00’an dewam kir.
- Roja 3’ê Îlonê saet ji 20.00’an heta sibeha 4’ê Îlonê balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li herêma Heftanîn a girêdayî Herêmên Parastina Medya keşif pêk anîne. Dîsa 4’ê Îlonê (îro) saet 04.20’an li ser heman herêma me balafirên şer tevgeriyane.
3. Li Qereqola Kirya Reş a di navbera herêma Cûdî û li ser xeta Herêmên Parastinê yên Medya xebatên berfirehkirin û nûkirina qereqolê didomin.
4. Di 3’ê Îlonê de saet 11.00'an de artêşa Tirk a dagirker li gundên Mezra û Xizroke yên girêdayî Tetwana Bedlîsê operasyonek dane destpêkirin. operasyon di heman rojê saat 14.00'an de bi awayekî bê encam vekişiyaye.
4 Îlon 2014
Navenda çapemenî û Ragahandinê-HPG