ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4’ê Îlonê danê sibehê li gundê Herdan ê li rojhilatê Şengalê di navbera hêzên me yên gerîla û çeteyên DAIŞ de şerek rû da. Di vî şerî de çeteyên DAIŞ windahiyên giran da ne. Di vî şerî de gelek çete hatine kuştin û birîndarkirin. Di der barê mirî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
- Di 4’ê Îlonê danê êvarê Yekîneyên Berxwedana Şengal li ser rêya Cudale û Xanesor li hemberî çeteyên DAIŞ du çalakiyên sûîqestê pêk anîne û di vê çalakiyê de 2 çeteyên DAIŞ hatine kuştin.
2. Di 3’ê Îlonê de saet navbera 07.00 û 19.00’an de balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk li ser herêma Avaşîn ya Herêmên Parastinê yên Medya keşif pêk anîne. Dîsa 4’ê Îlonê saet di navbera 08.00 û 23.00’an li heman herêmê keşif pêk anîne. Saet di navbera 16.00 û 17.00’an de û 5’ê Îlonê (îro) saet di navbera 08.00 û 11.00’an balafirên şer li ser vê herêmê geriyane.
- Du rojin li Girê Mamreş ê di kontrola artêşa Tirk a dagirker de ye û di navbera navçeya Şemzînan a Colemêrgê û Herêmên Parastina Medya de ye sewqiyata leşkerî tê kirin.
3. Di 4’ê Îlonê de cerdevanên di kontrola artêşa Tirk dene li gundên Karav û Mermer ên girêdayî Amedê xebatên kemîndanînê pêş xistine. Dîsa du rojên dawî ne li herêma di navbera Amed û Licê de tevgera helîkopterên Skorskî heye.
- Di 4’ê Îlonê de saet di navbera 17.00 û 19.00’an de balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker girêdayî Çewlîkê li herêmên Şehîd Xebat û Şehîd Hesen keşif pêk anîne.
- Di 5’ê Îlonê (îro) saet 05.15’an 4 helîkopterên Kobra û gelek helîkopterên Skorskî yên artêşa Tirk a dagirker leşker danîne Girên Xeylena Sor û Kara Omerler ên girêdayî navçeya Darahênê ya Çewlikê û operasyonek dane destpêkirin. Operasyon piştî nîv saetê bi awayekî bê encam bi dawî bûye.
4. Di 4'ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li bejahiya gundên Derekan, Çîçeklî û Degîrmen ên girêdayî navçeya Kaqizman a Qersê operasyon daye destpêkirin. Operasyon heman şevê bi awayekî bê encam bi dawî bûye.
5. Di 4’ê Îlonê de saet 13.00'an li herêma Hirçîna Sor a girêdayî Şemzînan a Colemêrgê pastarên Îranê (Muhafizên Şoreşê) operasyonek dane destpêkirin. Dema pastar ber bi qadên gerîlayên me ve dihatin ji aliyê gerîlayên me ve hatine ferqkirin û şerekî demkurt rû daye. Piştî wesayîteke aîdî pastaran hat derbkirin, pastar neçar man paşde vekişin.
5 Îlon 2014
Navenda çapemenî û Ragahandinê-HPG