Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Roja 10 Adarê di navbera demjimêrên 12:00 - 17:00 an de balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk li Herêmên Parastinê Yên Medya herêma Xakurkê tevgerên keşfê pêkanîne. Evan tevgerên hewayî li Herêmên Parastinê yên Medya bi zêdebûnê berdewam dike. li gorî vê;
- Roja 10 Adarê di navbera demjimêrên 06:00 - 16:00 li ser herêma Avaşîn, di navbera demjimêrên 07:30 - 18:30 an de li ser herêma Zap û xeta sînor, roja 10 û 11 Adarê di navbera demjimêrên 19:00 - 02:00 an de li ser herêma Metîna bi berfirehbûnê berdewam kiriye.
- herwiha rojên 9-10 Adarê li ser herêma Gabar a Şirnexê balefirên bê mirov yên keşfê dema ku tevgerên berfireh yên keşfê pêkanîn; roja 10 Adarê di nabera demjimêrên 18:00 - 19:00 an de ji tevgera belfirên şer yên artêşa Tirk hatiye çavdêr kirin. Tevgera balefirên şer, heman rojê di navbera demjimêrên 14:00 - 14:30 an de li herêma Zapê, di navbera demjimêrên 18:00- 19:00 an de ji li ser herêma Heftenîn hatiye jiyan kirin.
2. Roja 10 Adar di navbera demjimêrên 19:30 - 20:00 an de qereqola girê Şivan ya dibin çavdêriya arteşa dagirke a Tirk de li ser xeta sînor a herêma Heftenîn a ji Herêmên Parastinê Yên Medya cihdigre li hember Girê Keçel bi Obûs û Hewanan topbaran pêkaniye.
11 Adar 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG