HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Berxwedana mezin ya li Şengalê berdewam dike bi rêze çalakiyên hêzên me berdewam dike. di vê çarçovê de;

1. Roja 11 Adar ji aliyê Gêrîllayên me ve di demê cûda cûda de  bi çekên takesî û giran li hember çeteyên Daiş rêze çalakî pêkanîne. Ev çalakî di demjimêr 11.30 li Taxa Minare, di demjimêr 14.00 an de li taxa Suka Jer, di navbera demjimêrên 20.00 - 21.00 an de li taxa Sittî Zeynep hatine pekanîn.Di encama van rêze çalakiyan de 3 çete hatine kuştin 1 çete ji birandar bûye.

2. Roja 11 Adar di demjiêr 14.00 an de li derdorê taxa Suka Jer li hember guruba çeteyên ku di nava tevgerêdebûn hêzên me yên berxwedanê bi çekên takesî lêxistine. Di encama vê lêxistinê de 2 çete hatine kuştin.

3. Roja11 Adar di demjimêr 10.00 an de li derdorê Taxa Minare wesayîtek ya çeteyan bi çekên giran hatiye lêxistin û darbe kirin.

4. Roja 11 Adar di demjimêr 11.30 an de li derdorê Suka Jer êrîşek dane destpêkirin. Ev êrîşa ku di 2 çengande xwestîn bidin meşandin, çengê 1 em ku li Suka Jer li hember kozikek ya hêzên me lêbun kirine armanç, çengê din ji Girê Şehîd Erdal ku li Suka Jer cihdigre kirine armanç.

Êrîşa ku li Suka Jer hatî destpêkirin bi Hewan, Doçka û Topan bi awayek berfireh hatiye destpêkirin. Dema ku bi wesayîtek bi bomba barkirî berbî cihê Gêrîllayên me lêne bi rê dikeve tê ferq kirin û bi awayek bi bandor tê lêxistin hat teqandin û firiya asiman. Cardin çeteyan li vê deverê li 2 malan kemînên mezin bicih kirine û hatine teqandin. 1 çeteyê ku di wesayîtê de hatî kuştin lê di van teqînan de ne hatiye hînbûyîn ku kuştiyên zêde çêbûne an na.

Çeteyên ku xwestîn li hember Girê Şehîd Erdal êrîş pêkbînîn ji aliyê hêzên meve bi awayek giran nêzî 3 demjimêran pevçûn hatiye jiyankirin. Di van pevçûnan de bi çav hatî dîtin 3 çete hatine kuştin û termê çeteyan demek dirêj li cihê pevçûnê mayîne. Piştî van pevçûnan çeteyan termên xwe ji cihê pevçûnê girtine û ji herêmê reviyane.

Di van pevçûnan de alavên ku ketine dest evanene;

3 Çekên Qilêşînkof, 10 jarjor û jimarek zêde gule û 1 Rext

2 Cihazên biçûk û 1 Bombê destan ketiye dest

Di van pevçûnan de Gêrîllayê YBŞ yê bi navê Mansûr Apoci - Şahap Hamid Bişar bi nîşandayîna tekoşîn û berxwedanek mezin şehîd ketiye. Cardin di pevçûnan de 1 Gêrîllayê me birindar buye.

12 Adar 2015

Fermandariya Şengal-HPG & Fermandariya Giştî-YBŞ