HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 3’êSibatê saet di navbera 11.00 û 11.30’î de Qereqola Bîlîcan a li ser xeta herêma Zapê ye qadên li derdora xwe bi obus û hewanan rasterast bombebaran kiriye.

2. Di 3’ê Sibatê saet di navbera 14:00 - 14:30 û 15:30 - 16:00’an de li ser herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medya tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker hatiye dîtin. Her wiha 4’ê Sibatê (îro) saet di navbera 03:00 - 04:00’an de balafirên bêmirov bi armanca keşfê geriyane. Disa ji 1’ê Sibatê û şûn ve jî li ser herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medya bi armanca keşfê balafir digerin.

4 Sibat 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG