ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2'ê sibatê saet di navbera 09:00 - 14:30 de, li herêmên di navbera qereqolên li Tepê Sînek, Tepê Çete û Tepê Maymûn ên li sînorê herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, helîkopterên bi tîpa Skorsky yên artêşa TC a dagirker tev geriya ne.
2. Di 2'ê Sibatê saet di navbera 05:00 - 15:30 de li ser qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên bê mirov ên keşfê yên artêşa TC a dagirker, keşif kirine. Ev keşf li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûne. Li gorî vê yekê;
- Heman rojê saet di navbera 18:00 - 22:30 de li ser herêma Zapê, saet di navbera 11:00 - 15:30 de li qada Şehîd Kendal, Şehîd Rênas, Şehîd Zana û Deryê Dawetiya yên Heftanînê balafirên kefşê yên bê mirov, keşif kirine.
3 Sibat 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG