HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Roja 6 Mijdar di navbera demjimêr 15:00 û 15:30 an de Qereqola Oremar a li ser xeta sînorê navçeya Colemêrg Geverê ya dibin ewlehiya artêşa dagirker a Tirk de bi hevkariya balefirên bê mirov yên Keşfê ve Girê Şehîd Gafûr bi tangan topbaran pêkanîne.

2. Roja 6 Mijdar di navbera demjimêrên 17:00 û 18:30 an de artêşa dagirker a Tirk li derdora gundên Talanê û gundê Perîxanê ku li herêma Oremara Colemêrgê ne bi topên Mîsket yên Obûsan herêm topbaran kirine.

3. Roja 6 Mijdar di navbera demjimêrên 17:00 û 20:00 de balefirên bê mirov yên artêşa dagirker a Tirk ji Herêmên Parastinê Yên Medya Herêma Zapê tevgerên keşfê Pêkanîne.

4. Roja 5 Mijdar di demjimêr 15:30 an de ji aliyê gêrîllayên meve li hember wesayîtên Dozer û Kepçe yên artêşa Tirk ku di çêkirina rêya tangan de ji bo li jêra girê Meymûn a li ser xeta sînor ya Qilabana Şirnexê gulebarana hişyariyê hatiye kirin. Li gel gulebaran gêrîllayên me artêşa Tirk paşde vegeriyaye. Piştre ji li ser herêma Şehîd Kendal bi Obûs û Hewanan topbaran kirine. Herwiha roja 6 Mijdarê di demjimêr 12:00 an de herêma Şehîd Kendal, di nabera demjimêrên 13:00 û 14:00 an de herêma Dola Sulê artêşa Tirk bi Obûs û Hewanan topbaran pêkanîne. Hêzên me yên gêrîlla li hember van êrîşan, di heman demê de bi çekên giran bersiv dayîne.

7 Mijdar 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG