HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Roja 7 Mijdar di nabera demjimêrên 11:00 û 16:00 an de li herêma Barê ya girêdayî Şengalê çeteyên Daiş di demê hewildana operasyonê de ji aliyê gêrîllayên me yên YJA-Star ve çalakiyek ya sûîkastê hatiye encam dayîn. Di encama vê çalakiyê de 1 çete hatiye kuştin. Piştre ji li hember çeteyên ku paşde vegeriyayîn, gêrîllayên me bi çekên giran li cihên ku çete lê bicihbuyîn xistine. Li vê derê 2 wesayîtên çeteyan darbe xwarîne.

2. Roja 7 Mijdar di navbera demjimêrên 08:00 û 16:30 li herêma Sûmbûl girêdayî navçeya Colemêrg Gever balefirên artêşa Tirk bi balefirên bê mirov tevgerên keşfê yên berfireh pêkanîne. Evan tevgerên keşfê li Herêmên Parastinê Yên Medya bi berfirehbûnê berdewam dikin. Li gorî vê;

- Roja 6 Mijdarê di navbera demjimêrên 09:00 û 00:00 li herêma me Xakûrkê, Roja 7 Mijdarê demjimêr 21:00 heya roja 8 Mijdarê ( îro) demjimêr 02:30 li herêma Gostê ya girêdayî Xakurkê tevgerên keşfê berdewam kirine. Evan keşfên ku berdawamin kirîn, roja 7 Mijdar di navbera demjimêrên 09:30 û 15:30 an de li ser herêma Zap, cardin heman roj di demjimêr 15:30 an de roja 8 Mijdar (îro) heyanî demjimêrên beyanî bi navber navber li ser herêmê tevgerên keşfê berdewam kirine.

3. heftîyeke dawî li navçeya Mêrdîn Kerboran artêşa dagirker a Tirk bi wesayîtên zirxî li herêmê pusuyan li dardixin. Pusudanînên artêşa Tirk yên li herêmê berdewam dikin.

4. Roja 6 Mijdarê di demjimêrên beyanî ji gundê Êrşê yê girêdayî navçeya Sêrt Erûhê heyanî newala Nê artêşa dagirker a Tirk û bi tevlîbûna cerdevanan operasyonek destpêkirine. Ev operasyon bazirganên li ser sînor di nava tevgerê de ji girtiye nava xwe. Operasyon di demjimêrên nîvro de bê encam paşde vegeriyaye.

8 Mijdar 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG