HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

  • Ji çapemenî û raya giştî re!

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla zêde dibe.

Di 19'ê Tîrmehê saet di navbera 10:00 - 14:00 û 18:00 23:00 de li ser herêma Çarçela artêşa T.C a dagirker bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla her zêde dibe. Li gorî vê yekê; 

Di 20'ê Tîrmehê saet di navbera 00:00 - 03:30 de li herêma Tendurek a Agirî, ji saet 19:00 ê 19'ê Tîrmehê heta saet 06:00 ê 20'ê Tîrmehê li qadên Gelîdag, Kûpgolê û Kizil ên Agirî, di 19'ê Tîrmehê saet di navbera 14:00 - 16:00 de li qada Geliyê Ûranîs ê navçeya Bedlîs Tetwanê, bi pêgerên hewayî yên bê mirov re artêşa Tirk keşif kiriye.

Ev 2 roj in li qada Kevirê Şamê ya di navbera navçeya Wan Ebex û navçeya Agirî Bazîdê de ye, artêşa T.C a dagirker kemînan datîne.

Di 20'ê Tîrmehê saet di 09:00 de qereqola Bezok a li xeta sînor a herêma Avaşînê ye û di bin kontrola artêşa T.C a dagirker de ye, bi çekên giran gule li herêma Deriya Heliz reşandiye.

Di 19'ê Tîrmehê saet di 19:00 de qereqola Angol a li navçeya Amed Liceyê bi çekên giran gule li derdorê reşandiye. Ji ber vê gulereşandinê li herêmê şewat derket û şewat ji aliyê gelê herêmê ve di demeke kurt de hat vemirandin."

20 Tîrmeh 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG