Ji çapemenî û raya giştî re!
16’ê Tîrmehê li herêmên gundên Hesenpaşa, Kanîkorkê û Karsevîn ên girêdayî Melazgir a Mûşê artêşa Tirk operasyonek pêk anî. Operasyon heman rojê bê encam vekişiya. Li ser herêmê helîkopterên Skorsky geriyan û pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîn.
Li gundê Kêleka yê girêdayî Bêgir a Wanê komeke cerdevan li eraziyê kemîn danîne.
Di navbera 17’ê Tîrmehê demjimêr 17:00 û 18’ê Tîrmehê demjimêr 07:00’an de li ser herêmên Xakurkê û Xinêrê yên Herêmên Parastinê yên Medya pêgerên hewayî yên artêşa Tirk keşf pêk anîn. Dîsa 18’ê Tîrmehê di navbera demjimêrên 11:30 - 15:30 de li ser herêma Xinêre keşf dewam kirine. Keşfên li herêmên me yên gerîla her roj bê navber didomin. Li gor vê;
Di navbera 18’ê Tîrmehê demjimêrên 19:30 - 14:00 û 19’ê Tîrmehê demjimêrên 10:00 - 13:00’an de li herêma Çarçella, 18’ê Tîrmehê di navbera demjimêrên 02:00 - 15:00’an de li herêma Avaşîn, di navbera 18’ê Tîrmehê demjimêrên 11:00 - 15:30 û 19’ê Tîrmehê demjimêrên 03:00 - 13:00 de li herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîn.
19 TÎrmeh 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG