HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Roja 13 Adar di navbera demjimêrên 14:30 -15:30 an de artêşa dagirker a Tirk li hember bejahiya Gundê Hesik (Doğanlar) yê girêdayî navçeya Bingol Genc'ê operasyonek daye destpêkirin.

Hêzên me yên Gêrîlla li hember vê hêza operasyonê ya bi serde hatî hêzên me yên Gêrîlla bi neçarî gulebarana hişyariyê vekirîne. Li paş vê gulebarana Hişyariyê yekîneyên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk neçar mane vegerin û li ser herêmê liv û tevgera bi helîkopterên şêwazê Kobra hatiye jiyankirin. Herwiha li ser heman herêmê di navbera demjimêrên 17:00 - 23:00 balefirên keşfê yên artêşa dagiker a Tirk tevgerên keşfê encam dayîne.

2. Roja 13 Adar di demjimêr 20:00 û roja 14 Adar (îro) di navbera demjimêr 03:00 an de balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medya xeta sînorê herêma Avaşîn herêmên Şehîd Gafur û Şehîd Rahîme tevgerên berfireh yên keşfê encam dayîne. Herwiha roja 14 Adar (îro) di navbera demjimêrên 08:00 - 08:30 an de ji qereqola Oremar ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li hember herêma Şehîd Rehîme topbarana Obûs û Hewanan encam dayîne.

3. Roja 13 Adar di demjimêr 21:00 û roja 14 Adar (îro) di demjimêr 01:00 an de balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk li ser herêma Zap'ê ya girêdayî Herêmên Parastinê Yên Medya ye tevgerên keşfê yên berfireh encam dayiye.

14 Adar 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG