HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Me dabû destnîşankirin ku di operasyona li hember bejahiya berfireh ya li xeta Beşilî heya Meryem Beg a li kerkûkê de gundên Şexh Sener, Umerya Buçuk, El Buferec, Navafir, Minzir, Meriyete, Şemsiye û mezrayên Yumrik, Şehîd û Nûr hatine rizgarkirin.

Di encama operasyonên hevbeş yên tên meşandin de;

Roja 13 Adarê de Gêrîllayên me û hêzên Pêşmerge bi operasyonek hevbeş li hember asayîşa Banşax a girêdayî Gundê Zanqir ku dikeve Başurê kerkûkê hatiye pêkanîn. Di vê operasyonê de asayişa Banşax ya ku di destê çeteyên Daiş de bû ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Di pevçûnên ku hatî jiyankirin de dema ku kuştî û birîndarên çeteyan ne hatine zelalkirin di operasyonê de gêrîllayek me birindar buye.

14 Mart 2015

Fermandariya HPG-Kerkûk