Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Rojên 8-9-10 û 11 Adar'ê di navbera demjimêrên 13:00 - 14:30 an de ji Herêmên Parastinê yên Medya xeta sînorê herêma Xakurkê, Gerdiya û li ser herêma Geliyê Reş liv û tevgera balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk hatiye jiyankirin. herwiha di rojên 10 û 11 Adarê de di navbera demjimêrên 09:00 - 11:00 an de li ser herêmên Gerdiya û Geliyê Reş, roja 11 Adarê di navbera demjimêrên 06:00 - 22:00 û di roja 12 Adarê (îro) di navbera demjimêrên 04:00 - 05:00 an de li ser xeta sînorê herêma Heftenîn, Roja 11 Adarê di navbera demjimêrên 11:30 - 14:30 û 20:00 - 21:00 an de li ser herêma Metîna balefirên bê mirov yên keşfê tevgerên keşfê encam dayîne. Ji roja 7 Adarê ve ji li ser xeta sînor a Herêma Şehîd Rahîme tevgerên keşfê yên berfireh tên jiyankirin.
2. Roja 11 Adarê di navbera demjimêrên 10:00 - 12:0 an de ji Qereqola Oremar ya li ser xeta sînor girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li hember herêmên derdorê xe bi Obûs û Hewanan topbaranek pêkaniye. Cardin heman rojê di navbera demjimêrên 14:00 - 15:00 an de tevgera helîkopterên şeklê Kobra li ser herêma Şehîd Rehîme hatiye jiyankirin. Li hember vê tevgera ku bi helîkopterên Kobra li hember hêrêmên dibin çavdêrîya gêrîllayên mede pêkhatî de ji aliyê Gêrîllayên me ve bi çekên takesî û giran gûlebarana hişyariyê hatiye encam dayîn. Kobrayên ku paşde vegeriyan piştre cardin hewildana ketina herêmê de bûne; li ser vê çendê cardin Gêrîllayên me bi çekên giran gulebarana hişyariyê pêkanîne û helîkopterên şêwazê Kobra bi temamî ji herêmê vekişiyane.
3. Roja 11 Adarê di navbera demjimêrên 11:00 - 13:00 an de ji Qerqola Bilîcanê ya dibin çavdêrîya Artêşa dagirker a Tirk de li hember Qela Ertûşa ya li xeta sînorê Herêma Zapê a li Herêmên Parastinê yên Medya cihdigre bi Obûs û Hewanan topbaranek pêkaniye.
12 Adar 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG