ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23'ê Sibatê saet di navbera 08:30-10:30 de ji girên Yekmal û Sînek ên li nava sînorên Heftanînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê ne û di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ne; bi tank û topên obusê Tepê Gomme, Tepê Hestiya, Tepê Şehîd Denîz, Boxaza PKK, Tepê Zeytûna û Dola Silê hatine bombekirin.
- Her wiha leşkerên li girê Meymûn ê li nava sînorê Heftanînê ye û di bin kontrola artêşa TC de ye, xwestine li ser sînor saet di 09:00 de derkevin operasyonê. Hêzên me yên Gerîla yên bi vê tevgera leşkerî hesiyan, guleyên hişyariyê teqandin. Di encama vê hişyariyê de leşkeran xwe vekişandin. Saet di 15:00 de jî artêşa TC a dagirker bi obus û hawanan qadên Şehîd Kendal, Tepê Kêlik û Deryê Dawetiya bombebaran kiriye. Ev êrîş navber bi navber tevahiya rojê dewam kirine.
2. Di 23'ê Sibatê saet di 12:00 de, ji girê Mamreş ê li navçeya Colemêrg Şemzînanê ye û di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, li hemberî qadên derdorê operasyon hatiye destpêkirin. Operasyon bi 2 baskan meşiya ye. Ev operasyon bi kemîn danînê dewam kiriye. Operasyon di heman rojê de, saet di 17:00 bê encam paşde ziviriye.
3. Ji 23'ê Sibatê saet 16:30 heta 24'ê Sibatê (îro) saet 01:00, li herêma me ya Zapê balafirên bê mirov ên keşfê yên artêşa Tirk tev geriyan. Di 23'ê Sibatê saet di navbera 11:30-12:00 û 24'ê Sibatê (îro) saet di navbera 00:00-01:00 de li heman herêmê tevgera balafirên şer hatiye tespîtkirin. Dîsa di 23'ê Sibatê saet di navbera 22:00-23:00 de li herêma Metîna û ji êvara 22'ê Sibatê heta 24'ê Sibatê saet 07:00, li ser herêma Heftanînê balafirên keşfê yên bê mirov geriyane.
24 Sibat 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG