HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. 24’ê Sibatê saet di 06.00’an li navçeya Şemzînan a Colemêrgê û girê Mamreş ê di bin kontrola artêşa TC ya dagirker de ye, leşkerên Tirk operasyonek daye destpêkirin. Leşkerên li du milan veqetiyan li mintikayên Berbenda Kevot, Museka û Bêrox kemîn danîne. Saet 17.00’an operasyona aliyê Kevot hatiye vekişandin û aliyê din jî li eraziyê bi kemînan berdewam kiriye.

2. 24’ê Sibatê saet di 09.30-11.00’an li navçeya Şemzînan a Colemêrgê Qereqola Mamreş û Girana Tepê Ronahî û derdora wê topbaran hatiye kirin.

3. 24’ê Sibatê saet di 08.30-10.00’an ji qereqolên Sînek û Yekmal ên di bin kontrola artêşa TC a dagirker deye û di xeta sînor a Heftanînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne, li dijî Girê Gomme, Girê Hestiya, Girê Şehîd Denîz, Girê Zeytuna, Berbenda PKK û Dola Silê bi obus û hewanan bombebaran pêk hatiye. Dîsa saet di navbera 14.30- 16.00 û 19.00-22.00’an de ji qereqola girê Meymun li dijî herêma Şehîd Kendal êrîş pêk hatine.

4. 24’ê Sibatê saet di navbera 21.00 û 25’ê Sibatê (îro) saet di navbera 04.00’an de ji Herêmên Parastinê yên Medya li ser herêma Zapê ji aliyê artêşa TC dagirker ve bi balafirên keşfê xebatên keşfê hatine kirin. Dîsa di 24’ê Sibatê de ji ser herêma Metîna saet di navbera 20.00-21.00’ê de, ji ser xeta sînor a herêma Heftanînê jî di 24’ê Sibatê de saet di 19.00’an de û di 25’ê Sibatê de saet di 02.00’an de xebatên keşfê hatine meşandin.

25 Sibat 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG