Ji çapemenî û raya giştî re!
1.Di roja 21 cotmeh ê de di navbera demjimêrên 15:00 û 16:30 an de li ser Herêmên Parastinê yên Medya herêma Zap’ ê, herwiha di navbera demjimêrên 18:30 û 19:00 de ji li herêma Gostê û Arê yên girêdayî Herêma Xaxurkê liv û tevgera balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk hatine çavdêrkirin.
2.Di roja 21 cotmehê de di demjimêrên şevê de artêşa dagirker a Tirk li herêma Mişarê ya li derdorê çiyayê Gabarê ya Şirnexê operasyon daye destpêkirin. Di vê operasyonê de cerdevanên gundên Reşine, Serxetê û Buzuka ji tevlîbune. Li ser vê çendê gelê herêmê hatiye cihê operasyonê û li beramber operasyonê çalakî li darxistiye.
3.Se rojên dawî qereqola Navyana Şêxan û Çelê Nimêja yên artêşa dagirker a Tirk ku girêdayî navenda Şirnexê ne herêmên derdorê xwe bi Hewan û Obusan topbaran dikin. Herwiha ji li hember herêmên Şehrîban, Girê Derman û Rîsor ê ji topbarana Hewan û Obusan encam dayîne.
4.Di roja 20 cotmehê demjimêrên beyanî de ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve li ser gundên Zen Kûrek û Daş Kûrek û herêma Tanesê girêdayî navçeya Dêrsim Xozat ê girtî nava xwe operasyonek daye destpê kirin. Ev operasyon di demjimêrên şevê de bê encam vegeriya ye.
5.Di roja 21 cotmehê ji demjimêrên beyanî heya 19:00 ‘ê şevê li navçeya Mûş Gimgimê ji aliyê balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk keşfên berfireh pêkanîne. Herwiha di roja 22 cotmehê ( îro) demjimêr 06:30 an de li ser goristana Şehîdan artêşa dagirker a Tirk operasyonek bi kobrayan pêkaniye. Di vê operasyonê de çadirên malen li derdora goristana Şehîdan heyîn şewitandin.
6.Di roja 21 cotmehê di navbera demjimêrên 11:00 û 15:00 de li herêma Kosol ya girêdayî Erdexanê balefiren keşfê yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk tevgerên keşfê yên berfireh pêkanine.
22 cotmeh 2014
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG