HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 21 cotmehê û   ji vir û şûn de çeteyên Diaş bi xwesteka li   ser herêma   derdorê   gundê Solak re êrîşî ser çiyayê Şengalê bikin, li vir di navbera gêrîllayên me û hêzên YBŞ yê de li beramber çeteyên Daiş pevçunên giran hatin jiyankirin. Di vê şerê ku hatî holê de bi temamî 15 çete hatin kuştin. Li van herêman heya niha pevçûn berdewamim. Di derbarê berfirehî pevçûnê de agahiyên zelaltin hatin wêrin ragihandin.

2. Di roja 22 cotmehê demjimêr 20:30 an heya îro beyanî demjimêr 06:30 an balefiren girêdayî artêşa dagirker a Tirk yên keşfê ji Herêmên Parastinê yên Medya herema Qendîl bi serhev keşîf kiriye.

3. Di roja 22 cotmehê di navbera demjimêrên 20:00 û 00:00 an de balefirên Keşfê girêdayî artêşa dagirker a Tirk ji Herêmên Parastinê Yên Medya herêma Zapê tevgera Keşfê pêkaniye. Herwiha heman rojê artêşa dagirker a Tirk di demjimêr 20:00 û 20:30 an de derdorê Qarekola Bilican a nêzî sînorê herêma Zapê ya serbi Herêmên Parastinê yên Medya yê bi çekên giran bê armanç gûlebaran kirin.

4. Di roja 22 cotmehê demjimêr 14:00 an de artêşa dagirker a Tirk bi alikariya balefirên bê mirov yên Keşfê, bi 6 wesayîtên zirxî aqrep û yek wesayîta çiya li herêma Şehît Baran girêdayî navçeya Amed Farqîn’ ê operasyonek daye destpêkirin. Operasyona ku artêşa Tirk dayî destpêkirin di demjimêrên şevê de bê encam paşde vegeriya ye.

23 cotmeh 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina- HPG