Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Roja 9 Kanûn di demjimêr 07:00 an de li hember girê Sor yê herêma Basya ya girêdayî navçeya Colemêrg Şemzînan artêşa dagirker a Tirk bi hevkariya cerdevanan hewildanek yê sızma encam dayîne. Hêzên me yên gêrîlla ku ev hewildana sızmê ferq dikin heman demê de bersiv didin. Li ser vê çendê leşker û cerdevan paşde vegeriyane.
2. Dû rojên dawî ne artêşa dagirker a Tirk bi wesayîtên zirxî li ji gundê Cibilgirawê, Talatê û Herbê ji gundên Nisêbîn heya Serêkaniyê yên girêdayî herêma Mahsertê a Mêrdînê kemînan pêktîne. Tevgera artêşa Tirk ya li vê herêmê berdewam dike.
3. Roja 9 Kanûn di navbera demjimêrên 20:45 û 21:10 an de liv û tevgera balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk li ser Herêmên Parastinê Yên Medya herêma Qendîl hatiye çavdêrkirin.
4. Roja 10 Kanûn (îro) di navbera demjimêrên 00:00 û 04:00 an de balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk li ser Herêmên Parastinê Yên Medya herêma Zap tevgerên keşfê berfireh encam dayîne.
10 Kanûn 2014
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG