Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Roja 9 Kanûn di demjimêrên şevê de hêzên meyên gêrîlla lihember biryargeha navenda Çeteyan ya li navbera Şengal – Kizilkentê de çalakiyek ya serdegirtinê hatiye encam dayîn. Ev çalakiya di mesafeyek kurt de bi bombeyên destan pêkhatî piştî demekê vegûheziye pevçûnê. Li vê derê bi temamî 2 çete hatine kuştin. Bi awayekî bandor li çeteyên ku bi wesayîtan tên mûdaxeleyê ji bersiv têdayîn. Li vê derê gêrîllayên me yên ku diçinli ser wesayîtek ku lê dayîn, nasnameya 2 çeteyên hatin kuştin ji ser wan hatine girtin.
Agahiyên çeteyên ku hatîn kuştin;
a) Nîhannet Mîyotser abdulganî-Kod Azîz Axa- Dayîkbûn Tilahfer -95
b) Alî Asxer Abdûlhani abdulkadir- Dayîkbûn Tilahfer- 77
Cardin wesayîtek din ya çeteyan ku tê mûdaxeleyê ji aliyê hêzên me yên gêrîlla ve tê lêxistin. Ji wesayîtên tên 1 tê roxandin. Li vê derê kuştî û birîndarên çeteyan ne hatiye zelal kirin.
Di vê çalakiya hevbeş ya hêzên Gêrîllayên me û Civata Ebû Azat encam dayîn de bi temamî 5 çete hatin kuştin û 3 birîndar buyîne.
2. Roja 10 Kanûn (îro) di demjimêrên beyanî de 4 wesayîtên çeteyan xwestine bikevin herêma Solak a girêdayî Şengalê. Yek ji wan wesayîtan hatiye armanc girtin û bi awayek bandor hatiye lêxistin û bi temamî 2 çeteyên Daiş hatine kuştin.
10 Kanûn 2014
Fermandariya Şengal-HPG