ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 1'ê Îlonê de saet di 07.00'an de, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên li se rêya Şengal-Xanesorê di nava tevgerê de bûn, hêzên me yên gerîla çalakiyek lidar xistin. Wesayîtên çeteyan li derbên giran rast hatine. Wesayîta çeteyan a doçka li ser bû û tê de tijî çete bûn, bi temamî hatiye rûxandin. Dûre wesayîtên li dû wê dihatin jî, bûne hedefa çalakiyê. Li vir jî derb li wesayîtekê hatiye dayîn. Her wiha hêzên bi hawara çeteyan jî hatin rastî derbên gerîlayên me hatine. Di vir de çeteyekî li ser doçka hatiye kuştin. Di encama çalakiyên me de 6 çete hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne. Ev çalakî ji bo bîranîna endamê YBŞ'ê heval Şemo Reşo Elî yê li gundê Cudalê şehîd ket, hatiye lidarxistin.
Di êvara 31'ê Tebaxê de kamyoneke çeteyan li ser rêya Şengal-Herbanê rastî çalakiya gerîlayên me hatiye. Di çalakiya li vir de derb li kamyonê hatiye dayîn, lê der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.
2. înşaeta Bendava Bembo ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi mudaxeleya hêzên gerîla di mehên biharê de hatibû rawestandin. Lê Artêşa Tirk a dagirker ji nû ve destpê kiriye. Her weha Artêşa Tirk ji bo ewlekariya vê bendavê zextê li cerdevanên li herêmê dike.
3. Di navbera roja 31’ê Tebaxê saet 09:00 û 1’ê Îonê saet 06:00’an de li herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya, du rojên dawî jî li herêma Cûdî ya bi awayekî zêde balfirên bêmirov yên keşfê ên artêşa TC a dagirker keşf pêk aniye. Keşfên li herêma Cûdî berdewam dikin.
4. Ji 29’ê Tebaxê heta niha Girê Xaf ê girêdayî navçeya Motkî ya Bedlîsê ji aliyê artêşa TC a dagirker ve hatiye girtin. Her wiha di ketin û derketinan de kontrola rê û nasnameyan tê kirin.
1 Îlon 2014
Navenda çapemenî û Ragahandinê-HPG