ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 30’ê Tebaxê de danê sibehê çeteyên DAIŞ ji ser Xanesor a girêdayî Şengalê êrîşî gundê Bare kirine. Li vir di navbera hêzên me yên gerîla û çeteyên DAIŞ de şer û pevçûnên dijwar rû dane. Di van şer û pevçûnan de 8 çete hatine kuştin û 15 çete jî birîndar bûne. Li vir me ragihandibû ku hin çekên giran ên aîdî çeteyan hatine îmhakirin.
Di şer û pevçûnan de hêzên me yên gerîla çekeke kaleşnîkof, 9 jarjorên kaleşnîkof, 3 jarjorên M-16, telefoneke destan û hin belgeyên fermî yên aîdî çeteyan desteser kirin. Her wiha cenazeyekî çeteyên DAIŞ jî ketiye destê gerîlayên me.
2. Di roja 30’ê Tebaxê de saet 21.00 û 31’ê Tebaxê saet 01.30’an li Heftanîn a girêdayî Herêmên Parastina Medya, 30’ê Tebaxê jî saet 10.00 û 31’ê Tebaxê saet 01.00’an li herêma Zapê, balafirên bêmirov yên keşfê ên girêdayî Artêşa TC a dagirker keşif pêk anîne.
3. Ev çend rojên dawî ne hin komên kontra yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundên bi taybet ên Elewiyan ên girêdayî navçeya Mûş Gimgim û navçeyên Xinis û Tekman ên Erziromê kincên gerîla li xwe dikin û xebatên kontra dimeşînin.
4. Di roja 30’ê Tebaxê de saet di navbera 16.00 û 20.00’an de li herêma Barav a girêdayî Dêrsimê, disa di 30’ê Tebaxê de saet di navbera 13.00 û 17.00’an de û 31’ê Tebaxê jî saet di navbera 05.00 û 07.00’an de li herêma başûrê Mûşê li herêma Şehîd Erîş balafiren bêmirov yên keşfê ên artêşa Tirk a dagirker keşif pêk anîne.
- Di roja 30’ê Tebaxê de piştî nîvro li navçeya Azadpêrt, Kixî û herêma Kamrut artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên kobra geriyane.
31 Tebax 2014
Navenda çapemenî û Ragahandinê-HPG