HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Li hemberî êrîşên çeteyên Daiş yên li derdorê Solak a Şengalê de hêzên gêrîllayên me, YBŞ û welatparêz û eşîrên ku tû eleqeya xwe tu aliyên siyasî re neyî operasyonek berfireh pêşxistîne. Di derbarê vê Operasyonê de;

- Di 28 cotmeh demjimêr 19:30 şevê li aliyê Solak çeteyên ku di nava tevgerê de û li derdorê çiya di nava hewildana dene, ji 2 çengan çalakiya êrîşê pêkhatiye. Di çengê 1. De bi bandor li çeteyan hatiye xistin û 4 çete hatine kuştin, heyanî ser cenazeyê wan çuyîn çêbuye. Di çengê 2. De ji çeteyên ku hatîn lêxistin 3 hatine kuştin.

- Di şeva 28 cotmeh de mewziyekya doçka û wesayîtek pir çepxane hatiye armanç kirin û di çalakiyek ya din de mewziya doçka û wesayîta tijî çepxane ji binî hatiye roxandin. Di vê çalakiya mede bi piranî 7 çete hatine kuştin 10 çete ji birandar bûyîne.

- Îro beyanî li Solakê lihember çeteyên Daiş çalakiyek ya Sûîkast hatiye encam dayîn. Di vê çalakiyê de 1 çete hatiye kuştin.

- Îro beyanî çeteyên li çiyayê Nerka yê di rojhilatê Solakê de bi cihdibun û di nava tevgerê de ji aliyê hêzên meve operasyonek hatiye li darxistin. Herêma ku beriya niha dibin qontrola Qasim Şeşo de û ew herêm berdayî çûyî hêzên me yên alîkarî ji tevlî vê Operasyonê bune. Di çalakiyên ku pêkhatîn de çiyayê Nerka bi temamî ketiye dibin qontrola hêzên gêrîllayên mede. Di encama van çalakiyan de ji 10 an zêdetir çete hatine kuştin û gelek ji birîndar bûne.

Di çalakî û operasyonên di rojên dawî de alavên ku ketine destê hêzên me evin;

1 Hewana 60 mm

1 Çeka Qernas

3 Qilêş

1 Cihaz

6 Rext û gelek gulle

6 çanta

gelek Bombên dest, Roket û topên Hewan û gelek avlavên din hatine desteser kirin.

Di encama van çalakiyên ji aliyê HPG û YBŞ ve hatin encamdayîn li hember çeteyan gelek darbeyên giran xwarine. Bi temamî 18 çeteyên hatin kuştin û ji 10 zêdetir birîndarên ku heyîn di çalakiyên mede hêj bêhtir jimara kuştî û birîndaran zêdeye.

Li şengalê berxwedan pêşxistin û vê birina herêmek aktif ya tekoşînê enceq bi pêkanîna berxwedanek rast ev mîsogere. Parastina şengalê ya rastîn û azadiya bi paşde kişanê, bêyî berxwedanê herêm terikandin qet û qet nabe. Ji ber vê çendê emê tekoşîna xwe heyanî azadiya Şengalê em mîsoger nekîn di rewşekî aktif de berdewam bikîn. Ji bo pêkanîna vê ji divê herkes li derdora HPG û YBŞ xwe li tekoşînê bipêçe.

29 cotmeh 2014

Fermandariya Şengal- HPG