Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 27 cotmeh di demjimêr 13:00 an de artêşa dagirker a Tirk li herêma Bilika ya li çiyayê Cûdî ya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Artêşa dagirker a Tirk bi gelê herêmê ji xwere kirina sîper bi alikariya Helîkopterên Kobra û balefirên bê mirova heyanî herêma boxaza Helawê pêşde hatiye. Ev liv û tevger heyanî demjimêr 15:00 paşde vekişiya ye.
2. Di roja 28 cotmehê de artêşa Tirk bi tevlîbuna 40 wesayîtên zirxî li herêmên Girê Çolya, herêma Hesanê û gundê Dêrîk ji digre nava xwe operasyonek berfireh pêkaniye. Ev operasyona ku heya herêmên hêzên me lê amadene berfireh dibe, hêzên me ji di demjimêr 15:00 an de bi çekên giran û yên takesî gulebaran kirine. Ev pevçûna ku hati jiyankirin heyanî demjimêr 16:00 an berdewam kiriye. Helikopterên Kobra yên girêdayî artêşa Tirk ji, ji demjimêr 15:00 heyanî demjimêr 19:00 herêm bombebaran kiriye. Di demê şer de balefirên şer yên artêşa Tirk li ser herêmê tevgerek berfirh pêkanîn. Li hember vê operasyonê gelê Silopî bi hatina cihê pevçûnê destbi serhildanê kirine. Artêşa Tirk ya li hember vê serhildana gelê me derbazî êrîşê buyî, ciwanê welatparêz yê binavê Salih Yiğit qetil kirine.
3. Di roja 28 cotmeh de li Hêrêmên Parastinê Yên Medya û Başurê Kurdistanê liv û tevgera balefirên keşfê yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk hatiye çavdêr kirin. Li gorî vê;
- Di roja 28 cotmehê demjimêrên danê nîvro li herêma Qendîl, heman rojê demjimêrên nîvro herêma Xaxurkê, di roja 28 cotmeh di navbera demjimêrên 11:00 û 12:00 ande li ser herêma Zap, herwiha di navbera demjimêrên 10:45 û 11:15 de li ser herêma Heftenîn, cardin di navbera demjimêrên 11:00 û 11:20 an de li ser herêma Gare, cardin di heman rojê de di navbera demjimêrên 10:30 û 11:20 an li ser herêma Metîna bi şeklekî berfireh balefiren şer yên artêşa dagirker a Tirk firiyane.
4. Di roja 28 cotmeh di navbera demjimêrên 20:30 û 23:30 an de cardin di roja 29 cotmehê (îro) di navbera demjimerên 02:00 û 04:00 ande balefirên bê mirov yên keşfê girêdayî artêşa dagirker a Tirk li ser herêma Zapê ya ser bi Herêmên Parastinê Yên Medya tevgerên firyanê yên berfireh kiriye.
5. Sê rojên dawîne li derdorê gundê Fişatê yê girêdayî Naveçya Amed Farqînê, timekî qontra ji 7 kesan pêkhatî cilên gêrîllayên me li xwe dikin û li gundan digerin û gef li gelê me dixwin.
29 cotmeh 2014
Navenda Çapemenî û ragihandina-HPG