Ji çapemenî û raya giştî re;
Di 18’ê kanûnê de bi roj saet di 17.00’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li Basaya Şirnexê, li hember sê maşînên leşkerî dema ku ji qereqola Zewe diçine Cizîrê çalakiyeke hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîneke zerîpoş a bi zirx a di konvoyê de bi tevahî hatiye tunekirinê.
Der barê mirî an birîndarên di maşînê de agahiyeke zelal bi dest neketiye. Piştî çalakiyê ji hêla artêşa TC’ê ve qada çalakiyê eletexmînî bi obûs û hawanan hatiye lêdan û di 19’ê kanûnê de danê sibehî jî li qadê operasyonek hatiye destpêkirinê. Operasyona ku bi desteka firokeyên kobra hatiye destpêkirinê de, ber bi êvarî bêyî ku encamek bê girtin bi paş ve hatiye vekişandinê.
Çalakiya misîlemeyî ku gerîlayên me li dar xistiye, ji bona bîranîna hevalên me yen şehîd ên bi navê Bedran û Fikrî hatiye lidarxistin.
20 Kanûn 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê