HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di çalakiyên gerîlayên me dê yên li gelek navendên Kurdistanê  26 leşker û polîs hatin kuştin, 8 jî birîndar bûne. Gerîlayen me li gelek navendan çalakiyên rê girtinê û sabotajê li dar xistine

. Gerîlayen me li ser rêya Amed-Çewlikê çawîşek pispor û leşkerek binçav kirin.

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk çalakiyên bersivdayînê yên gerîlayen me jî didomin.

 Roja 13’ê Tebaxê di saet 06:00’an de gerîlayên me ji du milan ve çalakiyek li hemberî qereqola Dorû ya li ser xeta sînor a herêma Xakurkê ya girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê li dar xistine. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê herêmên di navbera Radyolog û qereqola Dûrê bi obus û hewanan hatiye bombebarankirin; her wiha tevger helîkopterên Skorsky û Kobrayan, pêgerên hewayî yên bê mirov û balafirên şer rû daye. Di encama rasterast bombebarankirinê de Şadî Tore yê ji gelê sîvîl ê xelkê gundê Golankê birîndar bûne.

‘Rêya Dı Navbera Şemzînan Û Geverê De Hat Gırtın’

Roja 13’ê Tebaxê di saet 16:20’an de gerîlayên me rêya di navbera Şemzînan û Geverê de li herêma Xûmarekê girtine; dîsa heman rojê di saet 18:00’an de gerîlayên me rêya di navbera Şemzînan û Geverê de li herêma Şapata girtine. Gerîlayên me li vir nasname kontrol kirine û ji gel re der barê pêvajoyê de agahdar kirine. Ketin û derketina Şemzînanê di bin kontrola gerîlayên me de ye.

Roja 13’ê Tebaxê di saet 23:00’an de gerîlayên me li hemberî nîzamiyeya qereqola polîsan û avahiya MÎT’ê ya li navenda Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Hejmara mirî û birîndarên di vê çalakiyê de çêbûne nehatiye zelalkirin. Roja 13’ê Tebaxê di saet 14:30’an de gerîlayên me nêzîkî herêma Dola Mehendê ya li ser xeta sînor a herêma Zagrosê di dema derbasbûna wesayîtên zirxî de bi çekên ferdî û giran çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk herêma Dola Mehendê bi obus û hewanan bombebaran kiriye.

Lı Hemberî Tabûra Efeyan Çalakıya Bı Hewanan

Roja 13’ê Tebaxê di saet 21:00’an de gerîlayên me li hemberî tabûra Efeyan a li navenda navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek bi hewanan pêk anîne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê operasyon daye destpêkirin. Operasyon roja 14’ê Tebaxê di saet 05:00’an de bêyî ku encam bigire paşde vekişiyaye. Roja 13’ê Tebaxê di saet 15:30’an de gerîlayên me li hemberî pira ku diçe qereqola Oremarê çalakiyek sabotajê li dar xistine û pir hatiye rûxandin.

Roja 5’ê Tebaxê li ser rêya Kesecîk a girêdayî Hatayê komeke gerîlayên me yên diçûn wezîfeyê ketine kemîna artêşa Tirk de. Di kêliya xwe de bersiv ji vê kemînê re hatiye dayîn û li vir bi qasî 3 saetan pevçûnan dewam kiriye. Hejmara mirî û birîndarên artêşa Tirk nehatin zelalkirin û di encama pevçûnê de gerîlayekî me şehîd ketiye.

‘Lı Hatayê Gerîlayekê Me Jıyana Xwe Jı Dest Da’

Hevrê Mazlûm ê ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû û dest bi têkoşînê kir, nasnavê Dogan standiye û gaveke mezin a şervantiya berxwedanê ve avêtiye. Bi baweriya dive li her bihosteke Kurdistanê têkoşîneke bi heybet bê pêşxistin û mezinkirinê, kedeke mezin daye û xwe weke gerîlayekî gihiştî pêş xistiye. Di dema wezîfeyê de şehîd ketiye û tevlî karwanên şehîdên azadiyê bûye.

Roja 13 Tebaxê di saet 16:00’an de  gerîlayên me tevî ku şofêrê traktorê yê ji bo qereqolê dixebitî hişyar jî kiribû, lê şoferê traktorê hişyarî li ber çavan negirtibû, ji bo demeke kurt kirin binçavan, dest danîn ser traktora wî û ew serbest berdan.

Roja 13’ê Tebaxê ji saet 06:30’an heya saet 15:00’an gerîlayên me li ser rêya Elkê û Qilabanê nêzî 40 wesayît sekinandine, kontrola nasnameyan kirine û gel der barê pêvajoyê de agahdar kirine. Cerdevan û muxtarê ku di nava gelê ku kom bûn li pêşiya gel hatine hişyarkirin. Kontrola rê heya saet 15:00’an dewam kiriye.

Roja 13’ê Tebaxê di saet 17:40’an de gerîlayên me bi navê Heval Şehîd Andok li hemberî qereqola Bermanî ya girêdayî navçeya Elkê ya girêdayî Şirnexê çalakiyek sûîqestê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek tê kuştin, di heman demê de komeke leşker ên di deriyê qereqolê de jî bi çekên ferdî têne xistin. Der barê mirî û birîndaran de agahiyekî zelal nehat bidestxistin. Bi piştgiriya helîkopterên Skorsky û Kobra mirî û birîndarên xwe rakirine. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi Skorskyan li derdora qereqola Şeman rasterast gulebaran kirine û li eraziyê şewat derketiye.

‘Lı Hemberî Qereqola Bêspın Çalakî’

Roja Tebaxê saet di navbera 23:00 û 00:00’an de ji aliyê gerîlayên me ve li hemberî girê qereqola Bêspin çalakiyek li dar xistine. Piştî ku hewldana çalakiyê tê ferqkirin qasî 30 deqeyan pevçûn diqewimin û hêzên me xwe paşde vedikişînin. Artêşa Tirk bi alîkariya Kobrayan, tank û obusan derdora qereqolê bombebaran kirine. Piştre balafirên şer jî herêmên derdor bomberdûman kirine. Bomberdûmana obus û hewanan a  li derdora qereqolê hê jî dewam dike.

Roja 13’ê Tebaxê di saet 22:00’an de ji aliyên gerîlayên me yên YJA STAR’ê ve li hemberî îstasyona bazê (Erûha Kevin) a li navçeya Dihê ya Sêrtê çalakiyek sabotajê li dar dixin. Piştî çalakiya ku îstasyona bazê bi temamî hat îmhakirin qereqolên Xankul û TRT Erûhê bi çekên giran li derdora xwe gulebaran kirine. Her wiha li ser herêmê re balafirên keşfê jî digerin.

Roja 14’ê Tebaxê dema ku 3 wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk li herêma Mehendê  ya girêdayî navçeya Şemzînanê kemîn danîn, ji aliyê gerîlayên me yên ku weke du koman bi çekên giran û ferdî van wesayîtên zirxî hedef digirin. Hejmara mirî û birîndarên artêşa Tirk ên vê çalakiya ku 20 deqeyan dewam kir nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqola Bêzelê cihê bûyerê bi çekên hewanan bombebaran kiriye û hê jî dewam dike.

17 rojin ku hinek rêgeha rêya di navbera Pasûr a Amedê û Mûşê û qasî hefteyekê ye ku rêya di navbera Pasûr û Hezro de di bin kontrola gerîlayên me de ye.

Roja 13’ê Tebaxê saet di navbera 20:00 û 21:00’an de rêyeke nêzîkî Malabadê ya di navbera Farqîn û Amedê de ji bo demeke kurt hatiye girtin.

Roja 13’ê Tebaxê di saet 14:15’an de gerîlayên me li hemberî kuleyeke bendava Farqînê çalakiya sûîqestê li dar dixin. Di vê çalakiyê de leşkerek tê kuştin.

‘Lı Çewlıkê Çalakıya Sabotajê’

Roja 13’ê Tebaxê di saet 15:50’an de gerîlayên me li hemberî komeke leşkerên ku li nêzîkî qereqola Sûveren a nêzîkî têya trênê ya Sûorenê ya girêdayî navçeya Darahênê ya Çewlikê çalakiyek sabotajê li dar dixin. Di vê çalakiyê de bi awayekî zelal 3 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê qereqola Sûverenê cihê çalakiyê bi çekên A-4 û tankan bomberdûman kiriye. Her wiha bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov û Kobrayan derdora gundê Kelaxsî bombebaran kirine. Piştî bombebaranê li erazî şewat derketiye, li herêmê operasyona artêşa Tirk hê jî berdewam dike.

Roja 13’ê Tebaxê di saet 00:00’an de di encama çalakiya sabotajê ya gerîlayên me li hemberî xeta petrolê ya di navbera Karox û Amedê de xeta petrolê bi temamî hatiye îmhakirin.

Roja 13’ê Tebaxê di saet 22:00’an de komeke gerîlayên me yên li herêma di navbera Darahênê ya Çewlikê û Mava ya Mêrdînê de di tevgerê de bûn di encama rasthatina bi leşkerên artêşa Tirk re pevçûn derdikevin. Piştî pevçûna 2 saetan dewam kir 2 Kobra tên cihê bûyerê û herêmê gulebaran dikin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zanîn. Artêşa Tirk roja 14’ê Tebaxê di saet 06:00’an de wesayîtek zirxî ya Kirpî û 2 Kobrayan hatine cihê pevçûnê û mirî û birîndarên xwe rakirine.

‘Çawîşekî Pıspor Û Leşkerek Hatın Bınçavkırın’

Roja 12’ê Tebaxê rêya di navbera Amed û Çewlikê de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin û kontrola nasnameyan hatiye kirin. Di dema sekinandina wesayîtan di hundirê wesayîtekê de çawîşekî pispor ê bi nave Huseyîn Sari yê ji Mereşê û leşkerek bi nave Sedat Çolgûn ê ji Erziromê yê di wesayîteke din de têne binçavkirin û gerîla dest datînin ser tebenceyên wan. Rê hê jî di bin kontrola gerîlayên me de ye.

Roja 14’ê Tebaxê di saet 05:00’an de di dema ku polîs û tîmên taybet ên Tirk diketin 4 taxên Farqîn a Amedê de rastî nerazîbûna gel tên. Di pevçûnên ku gerîlayên me jî di nav de heya sibê saet 08:00’an dewam dikin. Di pevçûna ku 3 saetan dewam kir, di encama sûîqest û bi bandor derbên gerîlayên me de derbên giran li polîsên faşîst ên Tirk hatin xistin.

Di pevçûnan de 10 polîsên taybet ên bi çekên roketavêjê hatin hedefgirtin hatin kuştin. Wesayîtek TOMA ya ku bi çeka B-7 hat îmhakirin û li vir jî 2 polîs têne kuştin. Her wiha di encama çalakiya li hemberî polîsên li keleha Azîzoglû bi cih bûbin 2 sekvan ji serê xwe hedef hatin girtin û hatin kuştin. Dîsa wesayîteke zirxî ya li kelehê bi çeka roketavêjê hedef hat girtin û hat îmhakirin.

Roja 13’ê Tebaxê îstasyonên bazê yên Turkcell û Vodafone yên li navenda navçeya Kop a girêdayî Mûşê ji aliyê gerîlayên me ve têne îmhakirin.

Roja 13’ê Tebaxê saet di navbera 17:30 û 18:30’an de  gerîlayên me di navbera Bedlîs-Xîzan, saet  di navbera 17:00 û 19:30’an de jî li ser rêya di navbera Bedlîs û Tetwanê kontrola nasnameyan kirine û gel der barê pêvajoyê de agahdar kirine. Rêyeke li ser vê rêgehê 2 roj in di destê gerîlayên me de ye. Ji saet 19:00’an heya niha rêya Îpekê ya di navbera Xawna Hewêl û Bedlîsê de girtine, ji gelên ku di hundirê bi sedan wesayîtên hatine sekinandin re der barê pêvajoyê de agahdar kirin û kontrola nasnameyan hatiye kirin.

‘Lı Ser Rêya Dı Navbera Dêrsım Û Elezîzê De Lı Hemberî Konvoya Leşkerî Çalakî’

Roja 13’ê Tebaxê di saet 19:50’an de gerîlayên me li ser rêya di navbera Dêrsim û Elezîzê de li hemberî konvoya leşkerî ya artêşa Tirk çalakiyek sabotajê li dar xistin. Wesayîteke bi qasî 8 yan jî 10 leşker têde  hedef hat girtin û wesayît bi temamî hatt rûxandin. Artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi Skorsky û ambûlansan rakir, piştî çalakiyê artêşa Tirk li gundê Dilaşîn a girêdayî Kanoglû operasyonek berfireh dan destpêkirin.

Roja 13’ê Tebaxê di saet 23:30’an de ji aliyê gerîlayên me ve bi boneya 15’ê Tebaxê cejna vejînê û bersivdayîna komkujiya li Giyadîna Agiriyê, hemberî tabûra komandoyan a şevînî ya li ketina navçeya Pilemuriye ya Dêrsimê çalakiyekî li dardixin. Di çalakiya ku ji du milan ve bi çekên giran tabûra komandoyan ji mesafeyek nêz ve hat hedefgirtin, li pêşiya  kûlubeya nîzamiyeyê wesayîteke 1.5 ton teqemenî barkirî hat teqandin. Di teqînê de 2 kule hatin îmhakirin û du wesayîtên zirxî jî hatin derbkirin. Piştî teqînê qereqol bi çekên giran û ferdî hedef hat xirtin. Di vê çalakiyê de bi awayekî zelal 5 leşker hatine kuştin, lê tê zanîn ku hejmara mirî û birîndaran hîn zêdetir e.  Piştî vekişîna hêzên me de artêşa Tirk bi çekên A-4 derdora qereqolê rasterast gulebaran kir.  Di encama vê gulebaranê de sîvîlek birîndar bû. Artêşa Tirk bi ambûlansên ku piştî çalakiyê hatine cihê bûyerê mirî û birîndarên xwe rakirin. Di sibeha  14’ê Tebaxê de bi 2 Kobrayan herêma bûyerê bombebaran kiriye û li herêmê operasyon dane destpêkirin. Di saet 07:00’an de rêya di navbera Dêrsim û Erzinganê de girtine.

Roja 7’ê Tebaxê li derdora gundê Elmali yê girêdayî Çewlikê du ciwanên ku bi armanca tevlîbûnê hatin lê piştre dev jê berdan ji aliyê cerdevanan ve hatine girtin. Nûçeyên ku di çapemeniya Tirk de yên weke PKK’yî hatin girtin de bi temamî derew in û nûçeyên bi taybet têne servîskirin û ji derveyî rastiyê ne. Her du ciwan ciwanên ku hê jî tevlî gerîlayan nebûne.”

‘Agahıyên Nasnameya Gerîlayê Ku Jıyana Xwe Jı Dest Daye’

Agahiyên nasnameya gerîlayê me ê  jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Mazlûm Dogan
Nav û Paşnav: Yehya
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik û Bav: …….. - Şukrî
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Tebaxê 2015 / Hatay



14 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG