HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 20'ê Tebaxê de Serokê Komeleya Cerdewanên Colemergê, sercerdewanê herêma Silehê kontrayên di destê şahadeta rêhevalên me de tiliyê wî heye Sadî Ozatak hatiye girtin, keseke bi navê Mûsa Temel ê bi gûman jî hatiye binçavkirin.

2. Di encama operasyoa li dijî herêmên Meydanê û Beroja Şirnexê ji aliyê artêşa dagirker a tirk lidarxistiye di 20'ê Tebaxê de di saet 11.00'an de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin hatiye kuştin.

3. Di 20'ê Tebaxê de ji saet 16.00'an heta 21'ê Tebaxê saet 04.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Geliyê Nîrkola, Gostê, Gomakê, Masîro, Garê û Genîştepeyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

4. Di 20'ê Tebaxê de di saet 15.00-16.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî herêma Mêrgezerê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Heman herêm di navbera saet 21.00-22.00'an de jî bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

21 Tebax 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê