HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 18'ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-19.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî leşkerên qereqola 49'an ên dixwestin derkevin operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatiye kuştin leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê dijmin herêma çalakiyê bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

2. Di 20'ê Tebaxê de di saet 08.30'an de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê li ser riya Wan û Colemergê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxisitin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke jamer hatiye rûxandin 3 çawuşên pispor jî hatiye kuştin. Piştî çalakiyê helîkoptereke xwestiye li herêmê daxîne wezna xwe wenda kiriye û perwane li serê serbazekî ketiye û miriye. Operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk li herêmê destpêkiriye danê êvarî paş de vekişiyaye.

3. Di 21'ê Tebaxê de di saet 11.00'an de li navbera Şirnex û herêma Gundikê Mele ya bi ser Cûdiyê ve helîkoptereke skorsky a ji leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li operasyonê re erzak û cebilxane dikişand ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan û derbexwariye. Helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Herweha nûçeyên di çapemeniya tirk de di derbarê şahadeta 6 hevalên me de derbas dibe dûrî rastiyêye.

4.

Di 13'ê Tebaxê de li navçeya Qelqeliya Wanê li nêzî Gundê Kultepeyê di encam îxbara serokê navçeyê yê AKP'ê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de yuzbaşiyek û çawuşeke pispor hatiye kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Di vê pevçûnê de rêhevaleke me jî bi lehengî liberxwedaye û gihîştiye şahadetê.

Nasnameya rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê:

Nasnav: Harun Agiri
Nav û paşnav: Velsîh Parisa
Ana-Baba Adı: Nesrîn - Sabah
Cihê jidayikbûnê: Sine, Rojhilatê Kurdistanê
Cih û dîroka şahadetê: 13 Tebax 2012 / Qelqelî, Wan

5.Di 18'ê Tebaxê de di saet 14.30'an de di çarçoveya operasyona li Geliyê Doskî destpêkiriye û berdewam dike de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk li nêzî Girên Glord û Çetan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

Di çarçoveya heman operasyonê de di saet 14.30'an de li nêzî Qereqola Oramarê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encma vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

5. Di 21'ê Tebaxê de di navbera saet 15.30-16.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Kustanê yê bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

22 Tebax 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê