Ji çapemenî û raya giştî re!
21’ê Tîrmehê saet di navbera demjimêrên 09.00-12.00’an de li ser herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medya pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk xebatên keşfê kirine. Ev tevgerên hewayî yên pêk hatine li herêmên gerîlayan her çûne zêde bûne. Li gorî vê;
21’ê Tîrmehê saet di navbera 00:00 - 12:00’an de li ser herêma Zagrosê, di 20’ê Tîrmehê de saet di 20.00 û 21’ê Tîrmehê saet di 02.00’an de li ser herêma Avaşîn, 20’ê Tîrmehê saet di 03.30-14.30’an de û saet di 21.30’î de û 21’ê Tîrmehê saet di 02.00’an de li ser herêma Garê, 20’ê Tîrmehê saet di 05.00 û 14.30’an de li herêma Heftanînê, 20’ê Tîrmehê saet di navbera 04.00-08.00’an û di navbera 14.30-00.00’an de li ser herêma Zapê û xeta sînor, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk xebatên keşfê kirine.
19’ê Tîrmehê saet di 18.00’an de artêşa Tirk li hemberî herêma gundê Zorava ya girêdayî Bazida Agiriyê operasyonek daye destpêkirin. Gerîlayên me li dijî vê operasyona ku artêşa Tirk pêk aniye, bi çekên giran û şexsî, bersiv dane. Piştî bersivdayînê operasyon heman rojê bên encam vekişiyaye.”
Lı Semsûrê Operesyon Dıdome
Artêşa Tirk li dijî herêmên ku hêzên me yên gerîlayan lêne operasyonan berfireh dikin. 20’ê Tîrmehê li herêma Komir a girêdayî navenda Semsurê, artêşa TC. bi pêgerên hewayî yên bê mirov re operasyonek berfireh dane destpêkirin û operasyon hîna didome. Agahiyên ku em ji cihê bûyerê bigirin wê bi raya giştî re parve bikin.
21 TÎrmeh 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG