HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Nêrîn û armancên bi hezaran hevrê Cemîl, ku rizgariya jiyana xwe û civakê di nava PKK'ê de didît, ancax bi watedarkirina bi serketinê re dikarin bigihêjin siberojan. Weke hevrêyên wî em ê bi biryardarî têkoşîna xwe ya ji bo bicihanîna vê, xurt bikin.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku bi îdeolojîk, bawerî, paradîgma û rêxistinbûyîna xwe re bandoreke mezin li ser hemû civakan kir; bi coş, biryardarî û cesareta bi hezaran hevrêyên ciwan ên tevlî refên têkoşînê bûn re, nirxên gelekî mezin afirandiye. Bûyîna milîtanê tevgereke ku bi berhemdariya axê û keda mirovan re bi xurtî girêdayî ye, îmtiyazeke mezin e. Şehadetî jî mertebeya herî bilind e.

 

cemil baran_small

 

 

 

Navê Kod: Cemil Andok
Nav Paşnav: Baran Alparslan
Cihê Dayîkbûnê: Amed
Navê Dayîk û Bav: Perrin - Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: 3 Şubat 2015 / Herêmên Parastinê Medya



Cemil – Baran Alparslan

Hevalê Cemîl Andok li nava malbateke welatparêz a xwedî têkoşer û şehîdan mezin bû û bi sempatiyeke mezin a li Tevgera Azadiyê re jiyana xwe diyar kiriye. Hevrê Cemîl bi tevlîbûna xwe re di nava demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û tevlî xebatê bû. Bi ked û coşa xwe re her tim bû xwedî meşeke xurt a rengê xwe dide têkoşînê.

Di demeke ku xwe perwerde dikir û ji bo bibe kadroyekî xurt ê têkoşînê ked dida de, ji ber qezayeke bextreş, hevalê me Cemîl Andok gihîşt şehadetê. Ji bo bicihanîna xewn û xeyalên hevrêyên me yên dildarên azadiyê û berdêl dane, em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê berê hemû hêz û en enerjiya xwe bidin serketinê û bikevin nava vê hewldanê. Nêrîn û armancên bi hezaran hevrê Cemîl, ku rizgariya jiyana xwe û civakê di nava PKK'ê de didît, ancax bi watedarkirina bi serketinê re dikarin bigihêjin siberojan. Weke hevrêyên wî em ê bi biryardarî têkoşîna xwe ya ji bo bicihanîna vê, xurt bikin

21 TÎrmeh 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG